Çalakiye greva birçîbûnê li Girkêlegê bi daxuyaniyekê hat bi dawîkirin

  • 16:01 19 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakvanên greva birçîbûnê ya navçeya Girkêlegê bi dirûşmeye "Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê hilweşînin" bi armanca pişgiriya çalakiya Leyla Guven û şikanidan tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Bi daxuyaniyekê çalakiya grevê bi dawî bû.
 
Çalakvanên greva birçîbûnê ya navçeya Girkêlegê bi dirûşmeye "Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê hilweşînin" bi armanca pişgiriya çalakiya Leyla Guven û şikanidan tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Bi daxuyaniyekê çalakiya grevê bi dawî bû.
 
Daxuyanî ji aliyê çalakvana bi navê Dicle Ehmed ve hat xwendin. Daxuyanî wiha  bû:
 
" Rêber Apo îro di nava tecrîdeke mezin de ye, ev tecrîd  sala xweyî 20'an temam dike. Ji bo ev tecrîd were şikandin bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê hilweşînin" Gelek çalakî hatin lidarxistin. Ev çalakî jî bi pêşengtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, dîsa em dibînin rêhevaltîye jin bi Rêbertî re di dîrokê de bi tîpên zêrîn careke din  tê nivîsandin. Çalakiya Leyla îro ket roja 104'an. Leyla Guven hêza xwe ji fikrê azad digire."
 
Daxuyanî bi dirûşma"Bijî serok Apo, Bijî berxwedana zindana, Jin jiyan azadî" hat bi dawîkirin. Hêjayî bibîr xistinê ye ku wê çalakî li bajarê Dêrikê bidome.