Di nava 48 saetên borî de, li Silêmaniyê 3 jinî jiyanan jiyana xwe ji dest dan

  • 15:52 19 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 48 saetên borî de, li Silêmaniyê 3 jinên ciwan jiyanan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî gotina xizmên wan, "Wan  bi xwe xwe kuştine." Lê li gel vê jî tu kes qala sedema xwekuştinê nakin.
 
Li Başûrê Kurdistanê şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Her çiqas xizmên wan û civak kuştina jinan weke xwekuştin bi nav dikin, lê li gorî derûnasan û aktîvîstên jin, piraniya sedema xwekuştin û kuştina jinan sîstema mêrsalarî dibînin. Eger jin bi xwe xwe bikujin jî, sedema wê zextên  hevjîn, bira û bavê van ên li ser wan in.
 
Tenê li Silêmaniyê di nava 48 saetan de sê jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jinan "B.M.S"  ku li Taxa Şehîdên Zergete ya Silêmaniyê dijiya. Ew jina ciwan ku hîn nezewicî bû, xwendekara zanîngehê bû û di pola dawî ya zanîngehê bû.
 
Li gorî malbat û xizmên wê, di êvara 17'ê Sibatê de, B.M.S çûye mal ve bêyî ku ji kesekê re bêje,"Gule li ser dilê xwe daye." Piştî ku rakirin nexweşxaneyê heman êvarê jiyana xwe ji dest da. Lê qet qala sedema bûyerê nayê kirin. Nayê zanîn ji ber çi wiha kiriye.
 
Yek ji wan jinan duh bi şewatê jiyana xwe ji dest da. Roze Elî Emer a temen 20 salî bû. Weke piraniya bûyerên din ên kuştina jinan, heman hinceta xwekuştinê ji bo Roze jî heye. Her çiqas bi awayên cuda qala  awayê şewitandina jinan tê kirin.
 
Li gorî aktîvîstên Mafên Mirovan, Roze di 18 salî de li gel zilamekî ku nexweşiya Talasîma pêre bû zewiciye. Di nava du salan de Roze sê caran ducanî dibe. Lê ji berî dayikbûnê zarokên wê ji ber diçin. Lewma timî hevserê wê şîdetê li ser dike. Têkildarî şîdeta lê hatî kirin, çend wêne hene.
 
Seyran Mihemed yek ji çalakvana jine û hevrêya Roze bû, eşkere kir ku Roze ji serî heta nêvgê şewitiye. Herwiha tê gotin ku piştre hevserê wê neft pêde kiriye û wî jî agir berdeya bedena xwe. Di heman demê de, Roze ji hevserê xwe xeyîdiye û gotiye ku eger di jiyanek wiha de bijî, wê xwe bikuje. Hevserê wê jî gotiye, fermo vaye neft û xwe bikuje. Niha dosya Roze ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin.
 
Herwiha duh êvarî jinek ciwan a bi navê 'Şênî' li bajaroka Bazyan a Silêmaniyê bi guleya cifteyê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê eşkere dike ku wê bi xwe dawî li jiyana xwe aniye. Sedemê wê wiha tîne ziman; "Şênî ku dema borî zewicîbû û kêmî salekê li gel hevjînê jiyan kiriye, duh ji bo kirîna tiştan serdana markêtekî nêzî mal kir. Li wir jêre gotine, 'bîjin', li wir ew xemgîn kirine. Li mal ji dayika xwe re gotiye ezê xwe bikujim, lê dayika wê weke henek dîtiye. Piştre bi ciftê dawî li jiyana xwe anî."
 
Li gorî agahiyên ji malbatên wan, wan bi xwe xwe kuştine, lê li gorî derûnas û çalakvanan sedema xwekuştina jinan zextên li ser wan in, yan jî rasterast têne kuştin û piştre dibêjin xwekuştine.