Ji bo 15'ê Sibatê li Til Temirê semîner hat lidarxistin
- 14:54 19 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên bajarê Tiltemirê sinivizyon tamaşe kirin û semînerek lidar xistin.
Îro Kongreya Star li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna dehan jin û mêr ji hemû netewên ku li bajarê Til Temir a Kantona Hesekê, sinivizyon li ser jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin û semînrek hat lidarxistin.
Di sinevizyonê de qala jiyana Abdullah Ocalan, hat kirin.
Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star Çinar Yûsiv axivî û wiha got:" Rêber Apo bi salane hewl dide ku civakek azad bê avakirin. Çimkî sîstemên desthilatdar civak ji cewherê wê ê rast dûr xistiye. Li ser Rêberê me tecrîdeke girankirî feriz kirin, em ê jî şev û roj li qadan bin da ku Rêber Apo azad bikin."
Piştî axaftinê semîner bi diruşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.