Namzedên Çermûkê esnaf ziyaret kirin

  • 13:51 19 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Namzedên HDP'ê yên hevşaredartiyê li Çermûkê serdana esnafan kirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Çermûkê ya Amedê serdana esnafan kir. Namzedên hevşaredartiyê yên HDP'ê ku li ber avahiya HDP'ê ya Çerûmkê hatin gel hev û xebatkarên partiyê, li ser kolana Sêwrekê serdana esnafan kirin. Di serdana namzedan de parlamentera DHP'ê ya Amedê Semra Guzel jî cih girt.
 
Namzedên ku derbarê hilbijartinê de nêrîna esnafan girtin, diyar kirin ku di hilbijartinê de wê gel bi ser keve.
 
Serdan berdewam dike.