Çalakiya greva birçîbûnê li Girkêlegê di roja sêyem de didome
- 12:59 19 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Navçeya Girkêlegê birçîbûnê di roja sêyem de didome.
Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin" çalakiya greva birçîbûnê li Navçeya Girkêlega Qamişloyê dest pê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 3'an de didome. Jê 63 jên 102 çalakvan beşdarî çalakiya ku bi pêşengtiya Kongreya Star hat lidarxistin bûn.
Di roja sêyem de çalakvan bi dirûşmên xwe berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê slav dikin û dibêjin ku heta daxwazên Leyla bi cih bê ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Her wiha sazî û rêxistin û partîyên siyasî yên din hatin serdana çalakvana û çalekiya wan pîroz kirin. Ji bajarokê Tilkoçerê , bajarê Dêrik û bajarokê Çelaxayê hatin sardanê.
Li ser navê çalekvanan Zilfa Berdro axaftin kir û wiha got" Em hewldan û israra van çalakvanan pîroz dikin ku îro ev sê roj in li berxwe didin, ev îradeye we vîna me ji bo hezkirina azadiyê mezin dike."
Dê ev çalekî bi daxuyaniyekê di danê êvarê de were bi dawîkirin û li bajarê Dêrikê bidome .