Li Şehbayê merasîma 19 têkoşeran hat lidarxistin
- 12:45 19 Sibat 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Gelê Efrînê ên ku li Şehbayê bi cih bûne, li Kampa Berxwedan merasîmê 19 têkoşerên berxwedana serdemê yê qonaxa yekemîn li darxistin.
Gelê Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, li kampa' Berxwedan' a girêdayî navçeya Fafînê gelê Efrînê û Şehbyaê 19 lehengên ku di berxwedana serdemê jiyana xwe dest dane ya qonaxa yekemîn spartin axê. Merasîm bi deqyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, li ser navê Tevgera Civaka Demokeratîk a kantona Kobanê Ayîşa Efendî, li ser navê Meclisa Kantona Şehba Norî Welo, li ser navê Koordinasiyona Kongreya Star Esmehan Mihemed, li ser navê malbatên Şehîdan jî axavtin hat kirin.
Di axavtinan de tevahî tekoşerên berxwedana Serdemê hatin bîranîn û hat gotin:" Li ser riya zarokên xweyî leheng û tekoşer em ê berxwedana xwe bidomînin, axa xwe ji dagirkeran re nehêlin, xewin û xeyalên wan bi azadiyê pêk bînin."
Paşê wesîqeya şehadetê ya berxwedêran hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Jinên tevlî merasîma bûn nêrînên xwe anîn ziman.
Jina bi navê Selwa Mihemed Mustefa wiha got:" Em jiyana xwe li Şehbayê didomînin, me çiqas şehîd di oxira azadiyê de winda kir, û ji bo wan em ê heta dawiyê têkoşîn bikin û vegerin Efrînê, em axa xwe ji dijmin re nahêlin."
Jina bi navê Zelox Qasêm jî axivî û got:" Em ê heya dawiyê şehîdan bidin heya Efrîn rizgar bibe û Rêber Apo azad bikin, em xwînên şehîdên xwe li erdê nahêlin, şehîd ne şehîdên dê û bavn ev şehîdên gelê kurd û gelê azadîxwaz in. Bi xwînên Şehîdan wê dijmin tune bibe û em Efrînê ji dagirkeran re nahêlin."
Dayîka têkoşer Sedîqa Betal wiha got:" Em weke dayîkên têkoşeran ne poşman in ku zarokên me Şehîd bibin ji ber ev Şehîdên Kurdistanê ne û li axa kurdistanê şehadet pîroz e. Em weke jin bê zarok û malbat dikarin bijîn lê bê ax û welat nikarin bijîn."
Dayika têkoşer Amed Efrîn Henîfe Berko got:" Çi ji me were xwestin ji bo van têkoşeran em ê bikin, ya dikeve ser milê me em xewin û xeyalên wan pêk bînin û Efrînê rizgar bikin. Gelê kurd bi îrade û îsrare û li ser riya Leyla Guven û tevahî çalkvanên gireva birçîbûnê em ê Rêber Apo jî azad bikin."
Ji aliyek din ve hevjîna tekoşer Demir Besma Yûsêf jî hestên xwe anî ziman û got:" Bila Erdogan re dibêjim ku bila ne fikire ku em ê axa xwe bihêlin. Em ê Efrînê ji destê dijmin rizgar bikin û Rêber Apo ji zîndana azad bikin, em vê hêzê ji şehîdên xwe digirin."
Merasîm bi dirûşmeyên' Şehîd Namirin, Bijî Rêber Apo' bi dawî bû.