Parlamentera Îrlandayî çû serdana Leyla Guven

  • 11:53 19 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Parlamentera Îrlandayî Martina Anderson li mala Leyla Guven a ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, serdana Leylayê kir. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja xwe ya 104'an. Parlamentera Îrlandayî Martina Anderson li mala Leyla Guven a ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, serdana Leylayê kir. Martina Anderson aku bi Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca re çû serdana Leylayê diyar kir ku Leylayê di warê daxwaza xwe de mafdar e. 
 
Piştî hevdîtina saetekê Martina ji bajêr veqetiya.