Ji aliyê namzetan ve esnaf hatin ziyaretkirin
- 11:46 19 Sibat 2019
- Rojane
QERS - Li gel nêzîkbûna hilbijartinên herêmî li Serhedê HDP’ê lez dan xebatên xwe. Li qersê bi tevlîbûna namzetên hevşaredar esnaf hatin ziyaretkirin.
Li gel nêzîkbûna 31’ê adarê roja hilbijartinên herêmî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li serhedê lez da xebatên xwe. Namzetên ku xebatên xwe li kolanan, taxan û gundan didomin bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimînin. Li Qersê bi tevlîbûna namzetên hevşaredarên HDP’ê Şevîn Acar, Ayhan Bîlgen û rêveberên HDP’ê li esnaf hatin ziyaretkirin. Namzet ji aliyê esnafan ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazî kirin.
Piştî ziyaretên esnafan, namzet ji bo ku bi malbatan ziyaret bikin derbasî taxan bûn.