Çalakiya Leyla Guven di roja 104'emîn de ye
- 11:08 19 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 104'emîn de berdewam dike, rewşa tendirstiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 104'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
Mudaxeleya tibî qebûl nake
Leyla ya ku ji ber demek dirêj di greva birçîbûnê de ye pirsgirêkên wê yên tendirûstiyiyê zêde bûn di 13'ê sibatê de ji ber vereşandin, êşa sînêgê û zahmetiya bîhn stendinê rakiribûn nexweşxaneyê. Leyla ku ji ber demekê ji ser hişê xwe çûbû rakirin nexweşxaneyê, dema ku hat ser hişê xwe mudaxeleya tibî red kir. Ji ber ku leyla mudaxele red kir ew anîn malê.
Piştevaniya bi leyla re berdewam dike
Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.
Çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 64'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 91'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 65'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 65'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 31'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 36'an de berdewam dike.
Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin. Herî dawî ji girtîgeha Şakaranê 8 girtiyan diyar kir ku wan ji 15'ê sibatê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirine. Bi tevlibûnên herî dawî yên çalakiyê re hejmara kesên ku tevli çalakiya grevê bûne li girtîgehan 3 derbas kiriye, dibe ku ev hejmara zêdetir jî bibe. Ji aliyekî din ve jî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan jî berdewam dike.