Li Reqayê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayin
- 09:38 19 Sibat 2019
- Rojane
REQA - Li herêma Reqayê çalakiyên 8'ê Adarê yên Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi berxwedana jin, jiyan geş dibe û teror tune dibe" dest pê kirin.
Rêveberiya Jin a bajarê Reqayê starta ji bo 8'ê Adarê yên Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi berxwedana jin, jiyan geş dibe û teror tune dibe"da.
Çalakiyên 8'ê Adarê bi şahiyekê li herêma Hizêmê ya bakurê bajêr dest pê kir. Konê şahiyê bi alavên kevin ên ji berhemên jinên Reqayê hatibû xemilandin. Bi dehan jinên herêmê, endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî ku cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kirbûn beşdarî şahiyê bûn.
Rêvebira Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliya Kecwan bi vê munasebetê daxuyanî xwend.
Xaliya 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, berxwedêrên têkoşîna azadiyê û jinên Sûriyeyê pîroz kir û destnîşan kir jin di dîrokê de rastî her cure şîdet û îsîsmarkirina ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve hat û cewherê wê yê rast hate reşkirin.
Xaliya anî ziman ku jinên Sûriyeyê herî zêde para xwe ji şîdeta fîzîkî û manewî wergirt, lê tevî vê yekê jinên Sûriyeyê li ber xwe dan û wiha domand: "Jinên Bakurê Sûriyeyê 8'ê Adarê esas girtin û li ser wê têkoşîna xwe di her qadan de, siyasî, civakî, leşkerî de pêk anîn û bûne pêşeng û ji jinên Sûriyeyê re bûne mînakên qehremantiyê."
Xaliya Kecwan daxuyanî wiha bi dawî kir: "Bi vê munasebeta cîhanê, Rêveberiya Jin ji 18'ê Sibata 2019'an bi dirûşma "Bi berxwedana jin, jiyan geş dibe û teror tune dibe" çalakiyê xwe dest pê dike û dê heta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bikin."