Fatma Kutluk: Daxwazên gitiyan qebûl bikin
- 09:28 19 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Dayika Salîh Kutluk yê girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku meheke di greva birçîbûnê de ye, Fatma Kutluk destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn û wiha got: “Tişta ew dixwsazin, em hemû dixwazin. Hîna ku rewş xerab nebûye divê gûh bidin daxwazên girtiyan.”
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û çalakiya wê di roja 104’emîn de berdewam dike. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehên cuda jî koma ewil a dest bi grevê kiribû ket roja 66’emîn. Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî 6 girtiyên ketibûn grevê mehek li pey xwe hiştin. Fatma Kutluk, ku kurê wê Salîh Kutluk jî ket grevê, diyar kir ku divê daxwaz demildest bên cih anîn.
‘Mafê wan tune ye ku vê bi dayikan bikin’
Fatmayê destnîşan kir ku piştî navê kurê xwe di lîsteyê de dîtiye, çûye hevdîtina vekirî û di hevdîtinê de kurê wê ji bo wê neke fikaran gotiye ‘navê min bi şaşî hatiye nivîsîn’. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê daxwaza girtiyên ketine grevê bên qebûlkirin. Ew ji bo daxwazek bi rumet û mafdar ketine grevê. Girtiyên li Şirnexê mehek li pey xwe hiştine. Li cihên din 60 roj derbas bûye. Leyla bi mehane di grevê de ye.Daxwaza wan daxwaza Gelê Kurd e. Bila daxwaza zarokên me demildest bê qebûlkirin. Kurê min ji bo ez xemgîn nebim, naxive, lê ez nêrînên wî fêm dikim. Qe nebe em diçin dibînin,hinek dayik ji zarokên xwe agahiyê jî nagirin. Mafê wan tune vê bi dayikan bikin. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin. Ew heta di grevê de bin em ê jî li derve di berxwedanê de bin. Divê dayik her tiştî fêm bikin.”
‘Divê li dijî tiştên tên jiyîn deng bê derxistin’
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hem li ser girtiyan hem li ser malbatan zext derketine asta herî jor û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nizanin çawa li girtiyên di grevê de ne dinêrin. Kurê min 3 sale di girtîgehê de ye. Ev 3 sale zextên ku me nedît, nema. Malbat hatin derbkirin. Em rastî lêgerîna tazî hatin, rastî heqeretan hatin. Em rastî tiştên wisa tên û girtiyên wir jî dikin hucreyan. Ne derman didin wan,ne jî doktor baş li wan dinêrin. Niha jî di greva birçîbûnê de ne.Em nizanin ev meheke çi dijîn. Divê malbat hemû gel ji rewşa wan agahdar bin. Divê mirov deng derbixin.”