Li Tirkiyeyê rastiya zarokan: Rewşa Avşîna nexweşa tumorê ye giran dibe
- 09:15 19 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Avşîn a yek salî ku bi dayika xwe Hulya Usanmaz re li girtîgehê dimîne, di bin çermê serê wê de tumor heye. Avşîn a ku divê 3 mehan carê bibin doktor, hat diyarkirin ku ji du hefteyan carekê ne rehet dibe û ji ber nayê dermankirin pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran dibe.
Hulya Usanmaz a li Navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijiya bi îdiya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin û 6 sal û 7 meh ceza lê hat birîn, di meha Kanûnê de şandin girtîgehê. Hulya ku Hevserokatiya HDP’a Artukluyê dikir, 3 zarokên wê yên din jî hene. Hulya ku şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, neçar ma keça xwe ya yek salî Avşînê jî bigire cem xwe. Avşîn a yek salî ji welîdînê de di bin çermê serê wê de tumor heye û ji ber vê gelek nexweş e, divê di şertên girtîgehê de jî nemîne. Avşîn 3 meh e li girtîgehê ye û hat hînbûn ku her tim ne rehet dibe, dibin nexweşxaneyê û li gorî agahiyan li girtîgehê enfeksyon jî girtiye.
‘Du hefteyan carê dibin acîlê’
Hulya ku 3 meh e bi keça xwe re li girtîgehê girtiye, bi hevkar, parêzer û malbata xwe re peyam şand û banga hestiyariyê kir. Hulyayê bi lêv kir ku Avşîn herî dawî 5 meh berê birine dermankirinê û divê 3 mehan carê bibin Edeneyê, ji bo dermankirina wê jî daxwazname da. Avşîn ya divê her tim rojê bibîne, ji niha de ne rehet bûye, li rûyê wê leke û werimîn çê dibe.
Li gorî agahiyên ji bavê Avşînê hatine girtin, Avşîn ji bo vegere mala xwe her tim digirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Avşîn piştî hevdîtinan dikeve krîzê. Du hefteyan carê dibin beşa lezgîn. Zaroka min her tim digirî. Bêriya xwişk û birayên xwe dike. Her piştî hevdîtinê dibin beşa lezgîn. Rojên borî dîsa rakirine nexweşxaneyê. Derman û dermankirina wê cuda ye. Lê doktor her carê serumê didê û dibêje enfeksyon girtiye. Ji ber nexweşiya wê divê her tim derkeve ber rojê.”
‘Xwestine bi rîngê bibin’
Bavê Avşînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku keça wê li Edeneyê divê bê dermankirin û got: “Dayika wê ji bo dermankirinê daxwazname da. Lê bi wesayîta rîngê ne keça min ne dayika wê nikarin biçin. Jî bere nikarin biçin ez tenê çûm. Doktor tiştê ku ji bo wê baş bin got. Li girîgehê her tim germa bedena wê bilind dibe û enfeksyonê digîre. Em nizanin di dermankirinên din de çi bikin.”