Têkoşîna Leyla têkoşîna rûmetê ye
- 09:11 19 Sibat 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Çalekvanên jin ên gireva birçîbûnê li navçeya Girkêlegê wate û rastiya çalekiye Leyla Guven vegotin û nirxandin, Çalakvanan diyar ki ku Çalakiya Leyla bi vî rengî daxwazî û dilsoziya jinê bi hezkirina azadiyê ji bo jinan dide îfadekirin.
Ji bo piştgiriya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkkirin jinên li Girikê Legê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya xwe berdewam dikin wiha gotin " Tekoşîna Leyla Guven tekoşîna rûmetê ye, em ê jî xwedî li rûmet û azadiye xwe derbikevin "
'Çalekiya Leyla hezkirina me ya azadiyê ye'
Jina bi navê Esma Elî ku di çalakiya grevê de ye wiha nerîna xwe vedibêje:" Ji hestekî bi dil û can em silavên xwe ji Leyla Guven û hemû çalekvanên zindanan re pêşkêş dikin. Çalakiya Leyla ya bi vê hêz û îaradeyê girêdan û dilsoziya jinê bi hezkirina azadiyê îfade dike. Ji bo wê jî em bêhtir jin girêdana xwe bi Leyla re mayinde dikin. Çalekiya Leyal ji bo azadiya Rêber Ocelan û şikandina zincîrên koletiyê û faşîzmê ye, di heman demê de ev çalekî bû bersiv ji kompiloyê re, kompiloya li ser Rêbertiyê hat meşandin di keseyeta jinên bi îrade û ji hêza xwe bawer ên wekî Leyla vala hat derxistin. Hêviye me ku tendirustiya Leyla û hevalên wê baş bibe û daxwaza wê bighêje armancê."
'Çalekiya Leyla îdyolojiya serdestiyê rûxand'
Jina bi navê Gulê mûrad jî bal kişand ser wateya çalakiya Leyla Guven û wiha axvtina xwe domand " Leyla ji bo rûmet û azadiyê tekoşînê dike. Ji bo wê jî çalekî, tevger, xebat û berxwedana wê îdyolojiya serdestiyê rûxand, Tekoşîna Leyla tekoşîna rûmetê ye, em ê jî xwedî li rûmet û azadiye xwe derbikevin."