Namzeta HDP’ê ya Panosê: Em ê Panosê bikîn navçeya jinan

  • 09:07 19 Sibat 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
AGIRÎ - HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Panosê Muşerref Geçer nirxandin kir. Muşerrefe diyar kir ku ew ê piştî 31’ê Adarê  Panosê bikin navçeya jinan û got ku ew ê pirsgirîkên navçeyê bi jinan û ciwanan çareser bikin. 
 
Li Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê bi mîlyonan kes ji bo rêvberên xwe yên herêmî hilbijêrin biçin ser sindoqan. Bi  nêzîkbûna hilbijartinê re namzetên partiyan ên herêman jî hatin aşkerekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî namzedên xwe yên navend û naçeyan ên hevşardartiyê aşkera kirin.  Têkîldarî hilbijartinê  namzeta HDP’ê ya navçeya Panosa Agiriyê Muşerref Geçer têkîldarî hilbijartinên herêmî nirxandin kir û got ku wê 31’ê Adarê rêxistina jinan bi ser bikeve. 
 
‘Em ê pirsgirîkên xwe bi jinan û ciwanan çareser bikîn’
 
Muşerrefê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê polîtikayên jinan esas bigirin û got ku ew ê Panosê ji pirsgirîkan rizgar bikin û wiha axivî;”Ez di sala 1970’an de ji dayîk bûm. Ji salên 90’î de heta niha ez di nav xebatan de cih digirim. Niha jî ez endama Kongreya Îslama  Demokratîk im. Min di du serdeman de li herêma Serhedê û Amedê xebat dan meşandin. Ez niha jî nazmeta hevşaredartiyê ya HDP’ê me. Destpêkê de ez berxwedana Leyla Guvenê slav dikim û dibêjîm ku dê berxwedana wê ji têkoşîna me re bibe ronahî. Ev çend salin şaredariya Panosê di destê AKP’ê de ye. Ji ber wê yekê jî niha li navçeyê pirsgirîkên pir mezin hene. Bi taybetî jî di qada jinan de pirsgirîk pir zêde hene. Em ê polîtikayên jinan esas bigirin û bi vî awayî dest bi xebatên xwe bikin. Deriyê ku em lê nedin û kolana ku em neçînê em ê nehêlîn. Em ê li pişt deriyên girtî şaredariya rantê rêve nebin. Em ê pirsgirîkên navçeyê bi jinan û ciwanan çareser bikîn.” 
 
‘Gel ji HDP’ê bawer e ku dê biguherîne’
 
Muşerrefe anî ziman ku li herêmê gel eleqeyeke mezin nîşanî HDP’ê dide û got ku gel  bawer e ku dê bi HDP’ê biguhere û wiha dom kir;” Em ê li gorî polîtikayên partiya xwe xebatên xwe bimeşînin. Di qada jinan de li navçeyê pirsgirîkên pir mezin hene. Em ê rê û rêbazên xebatên xwe li gel jinan aşkere bikîn û wisa bikevîn nava gel. Li gel jinan em ê rêxistineke xurt ava bikîn û 31’ê Adarê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin. Ev çend salin şaredarî di destê AKP’ê de ye û ji ber wê yekê jî gel pir zêde ji AKP’ê neraziye û gilî dike. Ji bo jinan tu xebat nedane meşandin. Pirsgirîka rê heye, gel nikare biçe nexweşxaneyê. Em ê 31’ê Adarê bi ser bikevin û em ê  destpêkê ji jinan re qadên xebatê vekîn. Li herêmê ji bo  HDP’ê eleqeyekê mezin heye û gel pê bawer e ku dê bi HDP’ê biguhere.”  
 
‘Em ê Panosê bikîn navçeya jinan’
 
Muşerrefe di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê civaka bindest bi rêvebiriya jinan biguherînin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên me kirin, yekem xebata wan bû ew ku sazî û dezgehên jinan bigirin. Bi vê jî nîşan dan ku li dijî jinan bêtemeulliyeke mezin heye. Piştî ku sazîyên jinan hatine girtin, li navend û navçeyan tundî û destavêjî  zêde bû. Em ê bibin hêza pirsgirîkên civakî. Piştî ku me şaredariyên xwe standin em ê Panosê bikîn navçeya jinan. Dê di 31’ê Adarê de ji sindoqan vîna jinan û tifaqa civakî derbikeve. Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bigirîn û em ê bi ser bikevin.”