ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 19 Sibat 2019
- Rojev
*Li herêma Serhêdê bi salane nanê herî bi tam bi destê jinan tê pêjandin. Li Îdirê 5 jinan kargeha nan pêjandinê vekiriye û bi he vre bi awayeke hevpar dixebitin. BI DÎMEN
*HDP'ê namzedên xwe yên navend û navçeyan aşkera kirin. Têkîldarî hilbijartinê namzeda HDP’ê ya ya Panosê Muşerref Geçer nirxandin kir. Muşerrefe diyar kir ku ew ê piştî 31’ê Adarê Panosê bikin navçeya jinan û got ku ew ê pirsgirîkên navçeyê bi jinan û ciwanan çareser bikin. BI DÎMEN
*Çalekvanên jin ên gireva birçîbûnê li navçeya Girkêlegê wate û rastiya çalekiye Leyla Guven vegotin û nirxandin, Çalakvanan diyar ki ku Çalakiya Leyla bi vî rengî daxwazî û dilsoziya jinê bi hezkirina azadiyê ji bo jinan dide îfadekirin. BI DÎMEN
*Avşîn a yek salî ku bi dayika xwe Hulya Usanmaz re li girtîgehê dimîne, di bin çermê serê wê de tumor heye. Avşîn a ku divê 3 mehan carê bibin doktor, hat diyarkirin ku ji du hefteyan carekê ne rehet dibe û ji ber nayê dermankirin pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran dibe.
* Hevseroka HDP’a Enqereyê Zeynep Bayramoglu destnîşan kir ku beriya hilbijartinên herêmî zextên li hember partiya wan zêde bûne û bi taybet jî li hember jinan êrîşek heye û got: “Em tevî hemû zextan bi destkeftinan ji hemû pêvajoyan derketin. Bi hêza me ji jinan girtiye, em ê di vê pêvajoyê de jî bi awayekî xurt berxwe bidin.”BI DÎMEN
* Merve Demîrel a di bin çavan de rastî tacîza zayendî ya polîsan hat got: “Şerma di encama çalakiya bê haysiyet derketiye holê teqez aydê wî ye. Tu awayî ne aydê min e. Ne aydê jinan e. Em ji kolanan xwe venakşînin. Divê jin mîsyona şermê ya li wan hatiye barkirin red bikin. Ez jî red dikim.”BI DÎMEN
*Dayika Salîh Kutluk yê girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku meheke di greva birçîbûnê de ye, Fatma Kutluk destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn û wiha got: “Tişta ew dixwsazin, em hemû dixwazin. Hîna ku rewş xerab nebûye divê gûh bidin daxwazên girtiyan.”