Suleyman Soylu hedef girt : Yek hat girtin, 12 jê hatin berdan

  • 08:44 19 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hedef nîşan da, li Mêrdînê 13 siyasetmedar hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 12 jê hatin berdan û Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar jî hat girtin. 
 
HDP'a Mêrdînê, di 30'yê Çileyê de ji bo danasîna namzetên hevşaredariyê bernameyek li dar xistibû. Lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, kesên tev li vê bernameyê bûbûn hedef nîşan dabû. Piştî vê di 7 Sibatê de di serdegirtina ser malan de hevserokên bajêr û rêveberên partiyê yên bajêr jî di nav de 13 kes hatibûn binçavkirin. Îro, piştî karên li emniyetê kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Hevseroka HDP'a Bajêr Eylem Amak, rêveberên partiyê Abidîn Ûnay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmuz Çalkan û Huseyîn Alper û endamên partiyê Vedat Abûkan, Ferhat Kalkan, Abdulbarî Akalan, Mûsa Bîbîr, Kahraman Samaras û Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Berîtan Onen bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Lê belê Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Hat zanîn ku dadgehê, bi hinceta  Alî Sîncar hem di komîteya tertîbê de cih girtiye û hem jî ji ber hevserokê navendê ye bi îddîaya "Gumanbariya Sûcek bihêz" hatiye girtin.