Jiyan Husên: Komplo li dijî wekheviya gelan e

  • 17:18 18 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Endama rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Husên tekez kir ku komploya 15' Sibatê li dijî wekhevî û Mozayîka gelan e.
 
Endama rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Husên li ser komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê hat kirin nirxandin kir Jyanê diyar kir ku berxwedana gelan wê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan hilweşîne û wiha axftina xwe domand:" Komploger bi girtina Rêber Apo hewl dan ku rihê têkoşîn û berxwedana gelan têk bibin, lê wan nizanî bû ku gelê Kurdistanê û tevahî hêzên demokratîk pardîgma û felsefeya Rêber Apo wergirtine."
 
'Rêber Apo Îmralî kir çavkaniya fikir û felsefeya azad '
 
Jiyanê da zanîn ku dewleta tirk qanûnên navnetewî û mirovî binpê dike û wiha axivî:" Dewleta tirk divê riyên çareserkirina Siyasî veke ji bo pirsgirêka kurd veke. Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin ne gihştiye armanca xwe,  ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê bûye çavkaniya fikir û felsefeya azadiyê."
 
'Tecrîd bi berxwedana gelan wê hilweşe '
 
Jiyan di dawiya axaftina xwede wiha got:" Komploger ne gihştin armanca xwe, gelê Rojhilata Navîn bi saya Fikira Rêber Apo rêya azadiyê nas kir.  Jiyana hevbeş bersiv dide komplogeran. Dibe ku Rêber Apo bi fîzîkî dîl girtibin, lê fikirên wî di nav me de azad in."