Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê semînerek li dar xiet

  • 16:54 18 Sibat 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê semînerek li ser komploya 15'ê Sibatê li Navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xist.
 
Bi tevlîbûna Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, rêveber û endamên navenda Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê semînerek li ser Komploya 15'ê Sibatê hat lidarxistin. 
 
Semînera ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin de siniviziyonek li ser Komploya 15'ê sibatê hat pêşandan.  Paşê li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Cibo axivî. Rîhabê dîroka komplo û armanca wê anî ziman û soza têkoşînê ji bo şikandina tecrîdê da. Jinên Tevlî semînerê bûn jî nerînên xwe bi me re parve kirin. bi ajansa me Jin News re parve kirin.
 
Endama koordînasiyona Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rahma Elo diyar kir ku bi temaşekirina sinviziyonê naskirin Komploya navnetewî çawa pêkhat û got:" Li dijî komploya 15'ê Sibatê em wek Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, her roj û her kêlî em ê di nav çalakiyan de bin, heta ku em  tecrîdê bişkînin û Rêber Ocelan azad bikin."
 
Endama Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Şêmî Reşîd jî ev tişt got got:" Em komploya li ser Rêber Abudllah Ocelan şermezar dikin, Ev komplo ne tenê li dijî  Gelê Kurd hatiye kirin li dijî tevahî gelên azadîxwaz  hatiye kirin. Heta tecrîd neşkê em ê her têkoşînê bikin."
 
Endama Mala Jinê ya Kefer Neye ya Kantona Şehbayê Fatimê Elî jî wiha dibêej:" Em weke gelê ereb,tirkman, kurd bi hemû pêkhateyên xwe em vê komployê şermezar dikin.  Dewletên navnetewî xwestin di şexsa Rêber Apo de têkoşîna gel lawaz bikin, lê hêza me hîn mezintir bû. Bi îradeya tevahî gelên azadîxwaz em ê Rêber Apo azad bikin."
 
Semîner bi diruşma' Bijî Serok Apo, bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.