Ji doza Nisêbînê ya ku 17 zarok tên darizandin kesek nehat berdan
- 15:46 18 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Daneşîna 7'emîn a doza 17 zarokên ku li Nisêbînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de piştî ji taxê hatibûn derxisitin hatibûn girtin hat dîtin. Divê daneşînê de ji zarokên ku bi daxwaza cezayê mubetê tên darizandin tu kes nehat tehliyekirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de di 26’ê gulana 2016’an de 17 jê zarok 75 kes ji taxê hatibûn derxistin. Di nav van kesan de 17 zarokên ku hatibûn derxistin hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Danişîna 7’emîn a doza ku ev zarok jê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Ji 17 zarokan li Girtîgeha Sîncanê 3 jin, ji girtîgehên Mêrdîn û Amedê jî 5 zarokên mêr di dozê de amade bûn. Zarokên ku di Girtîgeha Xerpêtê de ne jî dadgê di daneşîn çûyî de daxwaz kiribû ku bînin daneşînê lê vê carê jî neanîn û xwestin zarokên neanîne daneşînê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bikin. Lê zarokan SEGBÎS red kirin û tevli daneşînê nebûn.
Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin de parêzerên zarokan li salona dadgehê amade bûn û malbatên zarokan jî doz şopandin. Bi hinceta ku temenê zarokan ji 18 salî biçûktir e nehiştin ku rojnameger bikevin daneşînê û dozê bişopînin. Parêzeran daxwaza xwe ya bila dîmenên îşkenceyê bişînin ji dadgehê re dubare kirin û tehliyeya zarokan xwestin.
Heyeya dadgehê daxwaza hemû parêzeran red kir, biryara berdewamiya girtina zarokan da û doz taloqî 5’ê Nîsanê hat kirin.