Endamên Meclisa Jinên Ciwan: Rêya yekane berxwedan e
- 14:23 18 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Endamên Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê diyar kirin ku hêza yekane ya çareseriyê li dijî polîtîkayên şer jin û ciwan in û ev tişt gotin: "Li dijî polîtîkayên tundiyê xetame ya yekemîn a berxwedanê li dora têkoşîna azadiya jinê zêdetir xwe birêxistinkirin e."
Endanên Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya, "Hevdîtina Jinên Ciwan" de li amedê kom bûn. Di rojeva bi sedan jinên ciwan de ku bi dirûşma, "Jiyana azad bi jina azad pêkan e", " Bi rihê jinên ciwan li ber xwe bide, tecrîdê bişkîne" tecrîd, greva birçîbûnê, destdirêjî, tecawiz û polîtîkayên asîmîlasyona li dijî jinan hebûn. Ji bo hevdtina ku hat kirin ji çar hêlên tirkiyeyê ciwan kom bûn û li salona ku civîn lê hat lidarxisitn posterê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku 103 roj e di greva birçîbûnê de ye hat daliqandin. Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Qersê Roza Demîrel diyar kir ku ew ji tevlibûna zêde ya jinên ciwan gelek kêfxweş in.
'Li dijî tundiyê xeta berxwedanê şert e'
Rojza, diyar kir ku pêvajoya siyasî ev hevdîtin ferz kiriye, got ku ew ê li dijî polîtîkayên li hemberî jin û ciwananan bibin deng. Roza anî ziman ku di serdema nû de têkoşîn hatiye ferzkirin û li dijî polîtîkayên heye rêya çareseriyê berxwedan e. Roza wiha berdewam kir: " Li ser me tundiyek zêde heye. Jinên ciwan ku ji çar hêlên welêt hatine wê li dijî van polîtîkayên kirkirinê bibin heêzeke mezin. Tundiya tê kirin jî derketiye lutkeyê. Rêya çareseriyê kombûna li ser heta têkoşîna azadiyê ye."
'Dîrok careke din ji aliyê berxwedêran ve tê nivîsandin'
Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Mêrdînê Mizîn Siraç jî ev tişt got: "Ev pêvajo di kesayeta Leyla guven de belav dibe û mezin dibe. Dî rok guh dide berxwedana Leyla Guven ku 103 roj e berdewam dike. Dîrok mafdarbûna têkoşîna kesên di zindanan de careke din di nivîse. Ji bo vê divê em xwedî li têkoşîna ku ji aliyê hevlên me ve tê dayîn derkevin. Xedîderketina li vê têkoşînê jî erka li ser milên jinên ciwan e."