Li Amedê ji bo zarokan konser hat dayin
- 13:21 18 Sibat 2019
- Çand û Huner
AMED - Ji bo balê bikşînin ser rewşa zarokan konser hat dayîn. Di konsera hat dayîn de hunermend Berfin sitran got.
Li Amedê ji bo zarokên ku rewşa wan nebaş e kesên li ser medya civakî kom bûn konserek organîze kirin. Di konsera ku hat organîzekirin de hunermend Berfîn ji bo zarokan stran gotin. hunermend berfin piştî konserê axivî û got ku ew gelek keyfxweş e û diyar kir ku hewceye li zarokên rewşa wan nebaş e xwedî bê derketin.
Armanç xwedi derketina li zorakan e
Hêlina ku endama komê ye diyar kir ku hedefa wan xwedi derketina li zarokan ê û anî ziman ku ji bo her kesê bixwaze xwedî li zarokan derkeve deriyê wan vekirî ye. Endama komê Hêlîn diyar kir ku hatiniya ji konserê jî ew ê ji bo zarokan bi kar bînin û ew dixwazin ku herkes pişgiriyê bide zarokan.
Konsera ku Berfînê da bi strana kurdî bi dawî bû.