Zelal Yerlîkaya: Tecrît zirarê dide jinan,ekolojî û mafê mirovan
- 09:13 18 Sibat 2019
- Rojane
AGİRÎ - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye di roja 99'emîn de berdewam dike. Rewşa Leyla Guven her roj ber bi xerabûnê ve diçe. Têkîldarî tecrîtê ji meclîsa partiya HDP’ê Zelal Yerlîkaya nirxandin kir.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 103'emîn de berdewam dike. Rewşa Leylayê her roj ber bi xerabûnê ve diçe. Der barê girankirina tecrîtê ji Partiya Meclîsa HDP’ê Zelal Yerlîkaya nirxandin kir. Zelalê diyar kir ku girankirina tecrîtê zirarê dide Tirkiyeyê û got ku pêwîste herkes ji dengê Leylayê re bibe deng.
‘Tecrît zirarê dide jinan,ekolojî û mafê mirovan’
Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, HDP li dijî tecrîtê li her qadan berxwe dide û wiha dom kir;” Ez çalakiya ku ji aliyê Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha li hemû girtîgehan belav buyî slav dikim. Rewşa Leyla Guven her roj girantir dibe û her wiha rewşa girtiyan ji ne baş e. Heta ku tecrît bi dawî nebe, ew ê çalakiyên birçîbûnê bi dawî nekin. Hîna di girtîgehan û ji derve agahiyên mirinan nehatin, divê daxwaziyên wan bên cih. Bi girankirina tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tirkiye ber bi aloziyê çûye. Em wekî HDP’ê li dijî vê tecrîtê berxwe didin û tedikoşîn. Di têkoşîna me de tenê daxwaziyek me heye, ew jî ew e ku ev tecrît bi dawî bibe û aşitî pêk bê. Tecrît zirar dide mafê mirovan, jinê û ekolojiyê. Banga heyeta aşitiyê ya navnetewî bi vî awayî bang kir û gotin divê ev tecrîte bi dawî bibe.”
‘Daxwaza gel rakirina tecrîtê ye’
Zelalê bi lêv kir ku divê her qadên civakî li dijî vê tecrîtê berxwe bidin û wiha got:” Ev tecrît ne tenê gelê kurd eleqeder dike. Bi giştî hemû sazî û dezgehên ku di cîhanê de li ser navê mirovahiyê tedikoşîn eleqeder dike. Leyla Guven niha di roja 99’emîn de bi ruhekî berxwedêrî çalakiya xwe didomîne. Divê daxwaziya Leyla Guven û daxwaziya gelê kurd pêk bînin. Gava ku em li kolanan xebatên hilbijartinê didomînin daxwaziya gel ji ew e ku tecrît bi dawî bibe. Tecrît çiqas giran bibe, mafê mirovahiyê ewqas zêde tê binpêkirin.”
‘Tecrît herî zêde jinan bandor dike’
Zelalê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku muzakereyên ku di salên 2013’an de destpêkirin bi wate û girîng in bûn û wiha bi dawî kir;” Muzakereyên ku di sala 2013’an de destpêkirîn xwedî bi wate û girîng bûn. Di wê pêvajoyê de hate dîtin ku, pêdiviya gelên Tirkiyeyê pir zêde bi aşitiyê heye. Divê bi lez birêz Ocalan ji parezeran re hevdîtin pêk bînin. Niha daxwaziya hemû parazvanên mafê mirovan rakirina tecrîtê ye. Tecrît nayê qebûlkirin û ev li dijî mirovahiyê ye. Tecrît herî zêde jî jinan bandor dike. Tecrît û jiyana jinan girêdahî hev e. Ji ber wê jî em bang li hemû parazvanên mafê mirovan dikin ku, li dijî tecrîtê bêdeng nemînin.”