'Kongreya Star nasnameya tevahî jinan e'
- 09:07 18 Sibat 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir girîngiya xebatên Kongreya Star nirxand û wiha got:" Jinan hember zihniyeta desthilatdar û baviksalarî serî hilda, zincîrên koledariyê şikandin û dest birêxistinkirina xwe kirin, da ku xwedî li îradeya xwe derkevin û hebûna xwe li gerdûnê îsbat bikin."
Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir girîngiya xebatên Kongreya Star nirxand û wiha got:" Civakê bi navê olê zanebûn û îradeya jinê pûç kiribû, jin jî êdî ev yek bi darê zorê qebûl dikirin. Metirsiya civakê ji zanebûna jinê heye, ji ber civakê birêve dibe. Eger jin azad bibe azadiya civakê jî pêkan e. Xewn û xeyalên jinê tenê bi mal û zarokan ve girê didan. Armanca me ji avakirina Kongreya Star ew e ku jinê perwerde bikin û ji tarîtiya ku tê de dijîn ber bi ronahiyê ve derbixin. Heya ku me jinek perwerde dikir me pir zehmetî dikşand, êdî gav bi gav jinê têkoşîna xwe rizgarkirina ji zihniyeta baviksalarî dida, bi vê yekê jî asta perwerdekirin û bandora xebatê jinan li wan dikir."
Sedema guhertina navê Yekîtiya Star çi bû?
Gulîxanê sedema guhertina navê Yekîtiya Star wiha vedibêje:"Ji ber di demê destpêkê de xebatên me tenê jinên Kurd elaqeder dikir, pêwîstî hat dîtin ku Yekîtiya Star bibe Kongreya Star, di vê pêvajoyê de me xebatên xwe berfireh kirin, jinên Ereb û Suryan jî perwerde kirin û têkiliyên di navbera jinan de êdî her ku çû xurtir bû. Ya balkêş ew bû ku jinên Ereb bi rengekî çalak tevlî xebatê bûn û xwestin hebûn û nasnameya xwe îsbat bikin, ya herî zêde têkoşîna guhertina kesayeta xwe dide jina Ereb e. Jinên Ereb dibêjin fikr û ramanê Rêber Abdullah Ocalan me jî temsîl dike em deyndarê wî ne."
'Jin hewldana geşkirina aboriya xweser didin'
Gulîxanê hewldana jinan da ku Aboriya Xweser geş bikin bibîr xist û wiha dom kir:"Jin di dîrokê de aborî pêş xist lê mêran her mafê jinê binpê dikirin. Jinên Kurd û Ereb jî wiha hewl didin ku aboriya xweser geş bikin û niha dest bi 2 projeyan kirin a kedî kirina lawiran û çêkirina şêraniyê li gundan. Jinên ku di komîteya Aborî de ne hewl didin ku hûnera ku zilam ji wan diziye vegerînin û xwedî li mîrasê jinê derkevin."
'Perwerdekirina jinan perwerdekirina civakê ye'
Gulîxanê got ku perwerdekirina jinê tê wateya perwerdekirina civakê û wiha pêde çû:"Bi hezaran jinên Kurd û Ereb hatin perwerdekirin, bi wê re civak jî hat perwerdekirin. Di çalakbûna jinan di sazî û navendan de asta guhertina kesayetê de tê xuyakirin. Taybet jinan xwe di xebatên siyasî de xurtir kir. Mehane civîn tên lidarxistin û xebatên jinan tê nirxandin. Êdî jin bi xwe xebatên xwe dinirxînin."
Banga xwebirêxistinkirinê!
Gulîxanê bang li jinan kir ku xwe birêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kongreya Star îrade û nasnameya tevahî jinan e, pêwîst e hemû jin êdî xwe perwerde bikin dem dema serî hildanê ye."