ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 18 Sibat 2019
  • Rojev
*Jinên ku li gundê jinê yê bi navê JINWAR'ê dimînin perwerdeya çêkirina dermanê xwezayî dibînin. Jinên ku perwerdeya çêkirina dermanên xwezayî dibînin dibêjin:"Dermanên xwezayî dibe çareseriya hemû pirsgirêkên tenduristiyê." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir girîngiya xebatên Kongreya Star nirxand û wiha got:" Jinan hember zihniyeta desthilatdar û baviksalarî serî hilda, zincîrên koledariyê şikandin û dest birêxistinkirina xwe kirin, da ku xwedî li îradeya xwe derkevin û hebûna xwe li gerdûnê îsbat bikin."DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê bajarê ku herî bala mirovan dikşînê bêgûman Îdir e. Bi salane li Îdirê ji her nasnameyê gel bi hev re dijîn. Dayika bi navê Bihar a ku 90 sali ye behsa yekitiya gelan kir û got ku pirsgirîkên rojhilatanavîn bi yêkitiya gelan dê bi dawî bibin. DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye di roja 99'emîn de berdewam dike. Rewşa Leyla Guven her roj ber bi xerabûnê ve diçe. Têkîldarî tecrîtê ji meclîsa partiya HDP’ê Zelal Yerlîkaya nirxandin kir.  DÎMEN HEYE
 
*Fatma Durmuş li Cizîrê du roj berê bi hinceta cezayê wê teqez bûye, hat girtin û çîroka wê ya girtinê gelek balkêş e. Fatma di qedexeya derketina derve de ji bo keça xwe ya winda bûye bigere, derket derve ji ber ku  di nav bûyerê de maye 3 sal û 8 meh û 45 roj ceza lê hat birîn û li pey xwe yek 6 mehî 4 zarok hiştiye. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dîlşat Aktaş diyar kir ku tê xwestin rejîma nû li herêman xwe mayînde bik û ji ber vê jî, di hilbijartinên 31’ê Adarê û piştî hilbijartinan hewcedarî bi muxalefeta civakî heye û got: “Li dijî zexta faşîst, ji bo têkoşîna hevpar em her tim bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne. Em vê tenê wek tifaqa hilbijartinê nabînin.” BI DÎMEN
 
*Namzeta hevşaredariya bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, diyar kir ku ligel hevserokatiya HDP’ê, bi pergala fermuarê jî di yekîneyên herî biçûk de bi awayekî wekhev cih didin jinê û wih agot: “Me bi encamnameya xwe îfade kir ku em dixwazin li Tirkiyeyê çi bikin, em çawa xwe ji bo rêveberiyên herêmî amade dikin û ketine rêwitiyek çawa.” BI DÎMEN