Pêşengeha alavên zanistî û çandî hat vekirin

  • 14:28 17 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şagirtên Dibistana Ehmed Mixlif Pêşengeha Alavên Zanistî û Çandî vekirin.
 
Îro şagirtên Dibistana Ehmed Mixlif bi alîkariya Mamosteyên Ziman Pêşengeha alavên Zanistî û çandî li dibstana xwe vekirin .
 
Têklidarê vê mijarê Nûnera Dibisata Ehmed Mixlif Îsra Elî tekez kir ku xwedî derketina çandê xwedî derketina nasanmeya mirov e û wiha got:" Di vê pêşengehê de me xwese şagirtên me çanda xwe nas bikin, ji ber ku erka me ye ku em nifşek bi çand û exlaq ava bikin, gelek beş di pêşengehê de hene mîna Ziman, Çand, Bîrkarî , Zanyarî û çandî ."
 
‘Çanda Til Helef çanda serdema neolotîkê ye  ‘
 
Mamosteya Zimanê Kurdî Sûzan Ehmed  diyar kir ku çanda Til Helef çanda serdema Neolotîk e û wiha got:" Pêwist e mirov ji çanda xwe qut nebe, çanda Til Helef çanda me ya herî kevnar e pêwîst e her kes wê nas bike. Til Helef li Rojavayê bajarê  serêkaniyê li ber ava xabûr cih digir e. Di serdema Neolotîk de navendek sereke ya çanda Arî ye, ji bo çanda Til Helef Mirov  dikare weke  çanda serdema Neolotîkê jî bi nav bike, pirtir di serdema dayiksalarî gihaştiye asta xwe ya herî bilind, çanda hûriyan jî li gorî vê çandê pêş ketiye, Hûrî jî bi kurdan têne naskirin . Ji ber wê jî em dikarin bêjin ku çanda Til Helef çanda ku kurdan avakirin e."
 
Pêşengeh dê 3 rojan dewam bike .