HDP li Mêrdînê yekemîn buroya hilbijartinê vekir
- 14:26 17 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN -Yekemîn buroya hilbijartinê li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji aliyê HDP’ê ve hat vekirin. Di buroya hilbijartinê de namzetên HDP’ê soz dan ku dê bi hev re bajar bi rê ve bibin û wiha gotin: “Polîtîkayên gelek qirêj tên meşandin. Zihniyeta ku xwe li ser gel ve dibîne em ê têk bibin. Em ê şaredariyan teslîmê gelê xwe bikin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Midyatê starta hilbijartinê da û buroya hilbijartinê vekir. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk, namzetên hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê û tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Beriya dayîna starta hilbijartinê girse di têketina navçeya Mîdyatê kom bûm. Girseyê di têketina Mîdyatê de govend gerand û piştre bi konvoyê heta nav Mîdyatê hat û slav dan gelê Mîdyatê. Gelê Mîdyatê bi coşek mezin konvoy pêşwazî kir, bi slav û çepikan piştgirî dan konvoyê. Girse piştre bi erebeyên xwe çûn taxa Cumhuriyetê û li wir buroya hilbijartinê vekir. Qurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mîdyatê ve hat birîn. Piştî vekirina buroya hilbijartinê namzetên hevşaredarên HDP’ê li ber buroya hilbijartinê axaftin kirin.
Di serî de Namzeta Hevşaredariya HDP’ê Havva Balci axaftinek kurt kir. Havva, hemû gelê Mîdyatê slav kir û got ku dê di hilbijartinan de HDP bi ser keve û gel dê Mîdyatê bi rê ve bibe.
‘Dê gel şaredariyên xwe paşve bigirin’
Piştî Havva, Namzetê Hevşaredarê yê HDP’ê Osman Demirci axivî û got ku Mîdyat dê şaredariyên xwe paşve bigirin û bi lêv kir ku Şaredariya Mîdyatê dê bibe mala gel û wiha got: “Li dijî hemû bêhiqûqiyan em ê ji bo hilbijartinan xebatên xwe berdewam bikin. Şaredarî dê bibe ya we. Mîdyat bi reng, ziman, ol û ramyariyê ve xwedî cihekî girîng e. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj dest danîn ser Şaredariyê û niha kirine wek qereqol. Em ê wan qereqolan rabikin û şaredarîyê bikin ya gel.”
‘Em ê di hilbijartinê de bersivek mezin bidin wan’
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axivî. Tuma, bang gel kir ku Mîdyat xwedî cihekî girîng e û got ku di 31’ê Adarê de dengên xwe bidin HDP’ê û ev tişt got: “Tiştê ku em ji we dixwazin ne bi tenê dengê xwe bidin hevşaredarên me, em dixwazin ku îktîdara ku Tirkiye kiriye bin tecrîdê jê xilas bikin. Ji ber vî jî di 31’ê Adarê de bersivê bidin wan. Gelê Tirkiyeyê niha di bin zextên mezin de ne. Kesên ku niha ser îktîdarê ne layiqên me û gelê Tirkiyeyê nînin. Divê em bersivek mezin bidin îktîdarê. Divê em wan ji cihên ku hatine şunde bişînin. Divê em zilma ku li dijî gelê me hatiye kirin ji wan bipirsin. Em ê di hilbijartinê de bersivekîmezin bidin wan. Em tên Mîdyatê bi rê ve bibin.”
Piştî axaftinan girse bi meşê, esnaf û welatiyên Mîdyatê ziyaret kir û starta hilbijartê da. Welatiyên Mîdyatê bi coşek mezin girse pêşwazî kir. Piştî ziyareta esnaf û welatiyan girse bi meşê hatin buroya hilbijartinê.