Li Girkêlegê 102 kes ketin greva birçîbûnê

  • 12:55 17 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma' Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê bişkînin', bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven 102 kes li navçeya Girkêlegê ketin gireva birçîbûnê.
 
Îro li navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya katnona Qamişlo bi armanca piştevaniya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û Parlemntera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 102 kes ketin gireva birçîbûnê,. Bi pêşengtiya Kongreya Star ji wan 63 jin in. Çalakvanan berî dest bi girevê bikin daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star Nesrîn Dahir ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
" Em çalakiya Leyla Guven a ku îro derbasî 102 rojan dibe û hevalên wê yî çalakvan silav dikin. Di şexsê Leyla Guven de berxwedanana me berdewame. Îro wek gelê Girkêlegê li ser piya ne em û em  piştgriyê didin vê berxwedanê. Em dibêjin heta hilweşandina pergale îmraliyê em ê li ser piya bin."
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên' Bijî berxwedana zindana, Bijî serok Apo' hatin berzekirin.
 
Paşê çalekvana derbasî konê girevê bûn.
 
Her wiha sinivisyonek li ser komploya navnetewî a derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat pêşkêşkirin. Niha jî mêvan ji herêmên derve tên serdana çalekvanên konê girevê . 
 
Ew ê girev li girkêlegê heya 3 rojan bidome .