Li Mexmûrê koma 22'yan çalakiya greva birçîbûnê dewir girt
- 11:52 17 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê koma 22'yan greva birçîbûnê dewir girt.
Bi pêşengitiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Colemêrgê Leyle Guven ku li dijî tecirîda li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan dest bi çalekiya gireva birçîbunê ya bêdem û dorneveger kiribu, çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) jî ji 12'ê çileya 2018'an dest pê kiribû didome. Endama Koordinasyona Mecilîsa Îştarê Fadîle Tok jî ev 28 roj in di çalekiya gireva birçîbunê ya bêdem û dorvnegerde ye. Îro berî guruba 22 çalekî dewir bigire ji bo cangoriyên azadiyê deqek rêz hat girtin. Berî ku koma 22'yan çalakiya grevê dewir bigirin deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin.
Li ser navê koma 21'emîn Ferhad Fereşîn axivî û wiha dest bi axiftinê xwe kir." Di serî de em xêrhatina we hemuyan dikin. Em dibêjin ku tu kes nikare bi zextan têkoşîna me têk bibin. Em ji vir slavên germ ji bo Rêber Apo dişînin û em dibêjin serkeftin dê ya me be. Hevalên me di zindanan de di nav hemu şert mercên zehmet de li berxwe didin, çalekvanên mezin ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide em wan silav dikin."
Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmên "Bijî Berxwedana zindanan","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.