Dayik û bavê Berkîn Elvan piştgrî dan çalakiya Leyla Guven: Em li ba te ne
- 10:14 17 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û bavê wî Sami Elvan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven ku îro di roja xwe ya 102'emîn de ye. Dayik û bavê Berkin Elvan ji bo Leyla Guven gotin:"Em dixwazin bînin ziman ku em li ba te ne."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 102'emîn. Gulsum û Samî peyam şandin ji çalakiya HDP'ê re û gotin:"Ji ber ku îro em ne li gel we ne em xemgîn in lê dilê me her bi we re ye. Em ji dostên xwe yên ji bo hilbijarinên 31'ê Adarê bûne namzet serkeftinê dixwazin. Em dibêjin ku bila agirê Kawayê Hesinkar bibe rêhevalê we û bila Xizir alîkarê we be. Em di serî de spasiyên xwe ji bo Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û hemû dostên ku heta wî li pişta me bûn, dikin. Di heman demê de em dixwazin em bibêjin ku em li ba Leyla Guven a ku bedena xwe daye ber birçîbûnê, ne. Bi hêviya hevdîtinê."