Ji kurê xwe yê ketiye greva birçîbûnê 5 hefte ye agahiyê nagire
- 09:09 17 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hamza Arzuman ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtiye, ji 27’ê çile de ye di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Bedriye Arzuman diyar kir ku ji 5 hefte ye kurê wê li wan negeryaye û got ew ji jiyana kurê xwe bi fikar in.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike, dabû destpêkirin di roja 102’emîn de ye û piştî Leylayê grevên bi armanca piştgiriyê û heman daxwazê li girtîgehan hat destpêkirin jî didome. Malbatên girtiyan diyar kirin ku divê demildest daxwazên wan bên qebûlkirin û bang li hikûmetê kirin.
‘5 hefte ye li me nagere’
Bedriye Arzuman diyar kir ku kurê wê Hamza Arzuman li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê dimîne û got ji 27’ê Çile de ye di greva birçîbûnê de ye û 5 hefte ye jî tu agahiyê ji kurê xwe nikare bigire. Bedriyeyê wiha got: “Di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyê de hat binçavkirin û bi rojan di bin îşkenceyê de ma. Piştre hat girtin û ji Şirnexê birin Girtîgeha Gumuşxaneyê. Di qedexeya ewil de hat girtin. Ev 4 sal e di girtîgehê de ye. Li gorî parêzeran 15 sal ceza girtiye. Dema nû hat girtin du hefteyan di bin îşkenceyê de ma. Kurê min ji ber îşkenceyê bi mehan nehat ser xwe. Heta sala borî kurê min di girtîgeha Şirnexê de bû. Ev saleke birine Gumuşxaneyê. Berê em hefteyê carekê diçûn serdana wî. Lê niha bi mehan nikarin biçin. Ev 5 hefte ye jî em agahiyê jê nagirin. Li me nagere. Em gelek meraq dikin.”
‘Girtî di bin zextan de ne’
Bedriyeyê destnîşan kir ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan gelek zêde ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min di nameya xwe ya dawî de gotiye neyên serdana min. Bila em bizanin rewşa wî çawa ye, ji bo me bes e. Niha jî ketine grevên birçîbûnê. Li ser girtiyên wir zext zêde ne. Carekê li birayê xwe geriyaye û gotiye bi mehane nikarin serê xwe bişon. Carekê jî ew derb kiribûn û xistibûn hucreyê. Ji xwe li wir 28-30 girtiyên siyasî hene.Lê wê demê li me digeriya. Ev 5 hefte ye em dengê wî nabihîzin. Em nizanin ku ew nake an jî desturê nadinê.”
Bediyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de demildest pêk bên û got divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne, deng bidin dengê girtiyan û Leyla Guven.