Erktolîa: Bikevin tevgerê, ger hûn tune bin em kesek kêm in
- 09:07 17 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Endamên erktolîa li dijî gotinên zayendperest, bang li civakê kirin ku bikevin nava tevgerê û wiha gotin: “Li dijî zayendperest û heterosekîzmê bikevin nava tevgerê, ji ber ku ger hûn tune bin em kesek kêm in.”
‘erktolîa.org’ bi armanca li dijî zayenperestiya di çapemenî, siyaset û rojevê de têbikoşin di 15’ê Adara 2015’an de hat vekirin. Erktolîa ku platfromeke têkoşînê ya onlîne, zimanê zayendperest ê di polîtîka, huner, çapemenî, markayan de tê bikaranîn teşîr dike, banga têkoşînê ya li dijî zayendperestiyê li civakê dike. Erktolîa diyar dike ku ‘ziman û fikr ji hev cuda nikare bê fikirin’. Endamên platformê Gîzem Gulmez û Gîzem Pehlîvan derbarê pêvajoya damezrandina erktolîa û xebatên wê de pirsên ajanda me bersivandin.
*Em we nas bikin. We Erktolîa çawa ava kir? Hûn dikarin pêvajoya biryara avakirinê vebêjin? Çima hewcedarî bi platformek wisa hat dîtin?
Gîzem Gulmez:Erktolîa projeya bi navê ‘macholand.org’ ya li Fransayê hatibû destpêkirin bû û li Tirkiyeyê jî em çûn avabûnek wisa. Ji 2015’an de hebûna xwe didomîne. Ji ber em di civakak serdest a mêr de dijîn me ev nav lê kir. Ji destpêkê heta niha gelek hevalên me di demên cuda de bi dildarî xebat meşand û erktolîa bi vî awayî mezin bû. Ev demeke em du heval çalak xebata xwe dimeşînin.
Gîzem Pehlîvan:Hedefa me ya esas ev bû ku em li dijî her cureyê gotinên marjînal dike, biçûk dixîne, şîdetê pêk tîne, cûdahiyekê biafirînin û têbikoşin. Di encama cudabûnên di pêvajoya Gezî de dest pê kir de, hewcedariyek wisa derket holê.
*Ziman çima evqas girîng e?
Gîzem Gulmez:Ziman alaveke bi bandor a ku fikara xwe ji kesê hember re radigihîne. Diguhere, vediguhere, ne tenê bi gotinê, bi wateya xwe ragihandinekê pêk tîne. Divê ziman ji rêgezên civaka ku aydê wê ye jî cuda neyê fikirîn. Ziman û fikr li gorî me ji hev cuda nayê fikirîn. Em bi vê derketin rê û em bi vê hewl didin zayendperestiyê biguherin.
*Di siyaset, çapemenî, civakê de sedema zimanê zayendperest yê zêde bûye çiye? Bandora vê ya li ser jin û civakê çi ye?
Gîzem Gulmez: Li cîhanê û bêguman li Tirkiyeyê muhafazakarî zêde bûye û ji ber ku ziman jî ji fikr cuda nikare bê fikirin, zimanekî zayendperest tê afirandin. Gotinên nefretê, cudadîtin, rolên zayendî ku bi ziman tên afirandin , bêguman şîdetê jî zêde dike.
*Divê çawa pêşî li zimanê zayendperest û nêzîkatiyê bê girtin?
Gîzem Gulmez: Ev hewldaneke şexsî, cudabûn û hestiyariyekê dixwaze. Bêguman divê em kesên ji civaka serdest a mêr divê hemû pêşdarazên xwe, nirx û tevgerên xwe ji lêpirsînkirinê re vebikin.
* Xebat, destkeftiyên we çin e? Hûn bi xebatên xwe çi hedef dikin?
Gîzem Pehlîvan:Ji roja em ava bûne heta niha me gelek çalakî pêk anîn. Dema hûn li malpera me ya web a erktolîa.org û twîtterê binêrin, hûn dikarin çalakiyên me yên daxwazên wan hatine cih û bi ser ketine bibînin. Çalakiyek heta bigihêje serkeftinê jî bi awayekî çalak didome. Em li dijî zexta hegomonîk a mêr têdikoşin.
Peyama we ya dawî çi ye?
Gîzem Pehlîvan:Li dijî zayendperestî û heteorsekîzmê dikevin tevgerê, ji ber ku ger hûn tune bin em kesek kêm in. Bi hezkirin û piştevaniyê.