Jinên Erdîşê wê di 31’ê Adarê de hemû qadan şûnde bigirin
- 09:04 17 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Li Şaredariya Erdîşê bi hevşaredariyê re jin tevlî rêveberî, aborî û jiyana civakî bûn lê piştî qeyûm hemû qad hatin girtin. Gul Deren Varli diyar kir ku gel ji qeyûm ne kêfxweş e û got wê di 31’ê Adarê de hemû mafên hatine xespkirin şûnde bigirin.
Piştî OHAL’ê di çarçoveya KHK’yên hatin derxistin de ji 102 şaredariyên DBP’ê 95 heb qeyûm lê hatin tayînkirin û yek ji van jî Şaredariya Erdîş a Wanê bû. Şaredariya ku di hilbijartinê 2014’an de DBP’ê bi det xist, di sibata 2017’an de qeyûm lê hat tayînkirin. Piştî qeyûm gelek kes ji kar hatin derxistin û sazî hatin girtin. Yek ji kesên ku ji kar hat derxistin endama meclîsa DBP’ê Gul Deren Varli bû û diyar kir ku wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredariyê ji nû ve bigirin.
‘Bi hevşaredariyê re xebatên jinan dest pê kir’
Gul der barê xebatên li Erdîşê kirine de axivî û got: “Di 2014’an de bi hevserokatiyê re jin tevlî rêveberiyan bûn. Ji bo hewcedariyên jinan xebat hatin destpêkirin. Qursa me ya Buka Baranê hat vekirin. Ji bo jinan derfetên kar hatin afirandin. Zabiteyên jin ajokarên jin dest bi kar kirin. Rez hatin çandin, jinan berhemên xwe yên ji rez li bazaran firotin. Ji bo zimanê dayikê qurs hatin vekirin, zarokan eleqeyek mezin nîşan didan. Navenda Çanda Ronahî hat vekirin. Perwerdeya muzîkê hat dayîn.”
‘Deriyên şaredariyê bi qeyûm re hat girtin’
Gul di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku xebat nêzî du salan hatine meşandin, lê piştî qeyûm hatine qursên zarokan, navend û xebatên jinan bi dawî kirine û wiha dawî lê anî: “Bi hevşaredara jin re em diçûn serdana jinan, em diçûn şîn û serdana nexweşan. Em her tim di nav gel de bûn. Jin bi rehetî dihatin şaredariyê û pirsgirêkên xwe digotin. Lê niha deriyên şardariyê ji her kesî re hatine girtin.”
Gul her wiha anî ziman ku gel ji qeyûm ne razî ye û bi taybet jî li taxên welatparêz tu xebata rê nayê meşandin, pirsgirêka avê tê jiyîn û got wê gel di 31’ê Adarê de şaredariyên xwe şûnde bigire.