Ji bo koçberên Kampa Holê banga hestiyariyê

  • 09:02 17 Sibat 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Hevseroka Kampa Holê Macida Emîn diyar kir ku hejmara koçberên Kampa Holê her ku diçe zêde dibe û banga alîkariya dermanan ji bo tenduristiya koçberan kir.
 
Kampa Holê ya Penaberan ji bo mirovên ku ji êrîşa DAÎŞ'ê reviyan hatibû avakirin. Hevseroka Kampa Holê Macida Emîn derbarê rewşa kampê de got:"Koçberên li Kampa Holê ya Penaberan gelekî mexdûr in. Gelek pêdiviyên wan hene. Loma em banga hestiyariyê dikin."
 
‘Rêxistinên Mafên Mirovan ên navneteweyî koçberan paşguh dikin û bi erka xwe ranabin’
 
Macidayê wiha got:"Hejmara penaberan her ku diçe zêde dibe. Loma rewşa li vir zehmettir dibe. Derfetên me jî kêm in. Loma her pêdiviyan em nikarin bînin cih. Di peydekirina konan de em zehmetiyê dikişînin. Rêxistinên Mafên Mirovan ên navneteweyî jî koçberan paşguh dikin û bi erka xwe ranabin. Loma em banga hestiyariyê dikin."
 
'Em banga hestiyariyê dikin'
 
Macidayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heyva Sor a Kurd hewl dide ku di warê tenduristiyê de ji penaberan re bibe alîkar. Xebatkarên Heyva Sor a Kurd bi şev û roj li ser piya ne. Ji ber ku serma ye loma jî zehmetî zêde dibe. Koçberên li Kampa Holê ya Penaberan gelekî mexdûr in. Gelek pêdiviyên wan hene. Loma em banga hestiyariyê dikin."