6 kesên li Amedê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
- 16:19 16 Sibat 2019
- Rojane
AMED - 6 kesên ku ji ber parvekirinên medyaya civakî li Amedê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Li Amedê di encama bi serdegirtina malan de Parêzer Gulan Çagin Kaleli, Rêvebirê HDP'ê Mehsin Acar û Xebatkarê HDP'ê Yusuf Gunduz, Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Turkan Uzun Afşin û xwişkên wê Vesile û Halima Uzan Aftişin û Mesut Yidiz û Arzu Candan ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî hatibûn binçavkirin.
Turkan û xwişkên wê Vesile û Halime Uzan Afşin û Mesut Yıldız, Arzu Candan piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan.
Parêzer Gulan Çagin Kaleli piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza kontrola edli şandin dadgehê.
Hat hînbûn ku rêvebirên HDP'ê Yusuf Gunduz û Muhsin Acar hîn di bin çavan de ne.