Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin

  • 14:34 16 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku duh bi minasebeta 20'emîn salvegera 15'e Sibatê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi "Nobeta Aştiyê" kirin îro bi dawî kirin. 
 
Bi minasebeta 20'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye, li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin li darxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi heman armancê rojekê li avahiya xwe ya Unkapani nobet girtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê duh li avahiya xwe pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û daxuyanî dan. Dayikan bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn. Ji endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedia Gokgoz,  daxuyanî da û wiha got: “Em di vê roja reş de 24 saetan dûniştin û me îro dawî li çalakiya xwe anî. Em vê rojê di şexsê komplogeran de şermezar dikin. Emê heta dawî li çalakiya Leyla Guven, Nasır Yagiz û girtiyên di grevê de xwedî derkevin. Em weki dayik heta tecrîd bi dawî bibe çi ji destê me bê emê bikin."