Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
- 13:57 16 Sibat 2019
- Rojane
WAN – Dayika Abdulmecît Baskin ê di 1993'an de li Enqereyê hat kuştin Meryem Baskin li Wanê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Midurê Nifûsê yê Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ê di sala 1993'an de li Enqereyê di binçavan de hat kuştin û du roj şûn ve cenazeyê wî hat dîtin Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da. Dayik Meryem Baskin bi salan ji bo faîlên kurê xwe bibîne û edalet pêk were di nava Dayikên Şemiyê de têkoşiya. Baskin ji ber nexweşîna xwe demek dirêj bû li nexweşxaneyek taybet a Wanê dihat dermankirin. Baskin vê sibehê li nexweşxaneyê rehet kir.
Cenazeyê Meryem dê ji Wanê bişînin navçeya Gevera Colemêrgê û bi merasîmekê bê definkirin.
Abdulmecît Baskin di 41 saliya xwe bavê 3 zarokan li Enqereyê Midurê Nifûsê yê Altindagê bû. Di 2'ê mijdara 1993'an de kesên xwe wek polîs dan nasîn ew binçavkirin. 2 roj şûn ve cenazeyê Baskin li navçeya Golbaşiya Enqereyê hat dîtin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin û doz bêencam hat hiştin.
Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir, Fatma Morsumbul, Zeynep Guney, Kîraz Şahîn, Cevriye Altunbaş, Meryem Bulut, Fatîme Taşkaya, Kesriye Demîr, Makbule Babaoglu, Ziynetî Turkoglu, Fîncan Bîlgîn, Koçerî Kurt, Hatîce Ozturk, Asiye Karakoç, Hediye Coşkun, Asiye Dogan, Şahsenem Cîhan bêyî ku hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dabûn. Dayik Meryem Baskin jî li van dayikan zêde bû.