Pervîn Bûldan: Avakirina jiyana azad di destê me de ye
- 13:50 16 Sibat 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Beyannameya Hilbijartinê eşkere kir, bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku Tirkiyey dinava krîzek pirhejmarî deye û got: “Teqez emê tecrîdê bişkîn in.”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan Beyannameya Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kirin û di civîna danasîna namzetan a li Oteleke li Enqerê hat lidarxistin de axivî.
Pervîn destpê kê axivî û wiha got: “HDP’ê weke çîçekê dîwarên betonê qelaşt û zîl da. Diwarên zextan şikand, derbas kir û bû çinareke hêviya gelan. Em tu carî li hemberî zalîman serî netewînîn û çongên xwe ne danin erdê. Em li Sîwasî weke Pîr Sûltan, li Dêrsîmê weke Seyît Riza, li Amedê weke Mezlûm Dogan, li Kizildere weke Mahîr û li sêdarê weke Denîzan bûn.”
Pervîn bal kişand ser çalakiya greva birçîbînê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha bilêv kir: “Greva birçîbûnê ya Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî destpê kirin, di roja 101’an deye. Em wê û hemû rêhevalên me yên di berxwedanê dene bi heskirin û rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike. Di heman demê de em şahidiya biçûkbûna zalimên guhên xwe ji vî dengî re digirin jî dikin. Leyla bi vê berxwedana xwe ji xwe ji zêde qezenc kiriye. Hêvî mezin kir, jiyana mezin. Hêvî veguherand jiyanê û jiyan jî veguherand hêviyê. Vaye ev hêvî teqez dê me ber bi aştî, azadî û edaletê ve bibe. Teqz emê bi ser bikevin, teqez emê qezenc bikin.”
Pervîn, bang li jinan jî kir û wiha rêz kir: “Encex jin karibin vê cîhanê biguherînin. Encex jin karibin faşîzmê têk bibin. Hilbijartina 31’ê Adarê firsetek mezine. Em jin dê bi têkoşîna xwe bajarên xwe birêve bibin û ji herêmî dest bi demokrasiya radîkal bikin. Em natirsin, em ê serî netewînin û em ê tenê li ser serkeftina xwe bifikirin. Guleyên şerê desthilatdariya siyasî ji jiyana mirovan bi nirxtir xuya dike. Desthilatdariyeke ku gel mehkûmê xizantiya dûvikê bazaran dike heye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku, divê em vê desthilatdariyê di qadên herêmî de têk bikin û qadên jiyanek nû vekin. Ger em bajarên xwe qezenc bikin, dê rejîma qesrê têk biçe û teqez emê qezenc bikin.”
Pervîn, da zanîn ku ev zilm teqez dê bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber vê dê meşa mezin a mirovahiyê ji herêmê destpê bike. Ji bo ku li şûna tarîtiyê ronahî, li şûna bêhiqûqiyê edalet, li şûna diziyê vîna gel, li şûna kînê heskirin û li şûna şer, xwêdana eniyan mezin bibe, me dest bi vê rêyê kir. Me got Ya Me Ye. Emê ji destê qeyûman bigirin û dîsan bidin gel. Ji me û ji vê vînê ditirsin. Mafdar ku bitirsin, ji ber ku dê winda bikin. Windakirina wan tê wateya qezenckirina gele. Bila hemû gelên Tirkiyeyê baş zanibin ku qedera Roboskî yeke. Zêmarên me, rondikên çavên me û êşên me yekin. Stranên me, guvendên me û semahên me yekin. Wê demê em têkoşîna xwe jî bi hevre bidin. Avakirina jiyana azad di destê me deye.”
Pervîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin vê serbixin û emê bi ser bixin. Weke ku Nazim gotî ‘Emê bi hevre rojên xweş û bi roj bibînin.’ Gelên me yên bindest tu carî ne bi tenêne û bê alternatifin. Ji ber ku HDP’a em, çinara me ya mezin heye. Bila qesir ji wan re be, qad ji me re bin. Hemû bajêr ên me ne, ax, av û çîçek ên me ne. Ew li benda me ne. Werin em hemû bi hev re yên me ne qezenc bikin.”