Dorpêçkirina mala Leyla Guven a ji aliyê polîsan ve didome

  • 13:49 16 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Berî meşa HDP'ê ya 15'ê Sibatê mala Leyla Guven ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Dorpêçkirina mala Leyla Guven a ji aliyê polîsan ve didome.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 101'an. 
 
Berî çalakiyê hat dorpêçkirin
 
HDP'ê bi boneya piştevaniya bi 300 girtiyan di roja 100'emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê tecrîdê bişkînin" dest bi çalakiya meşê kiribû. Ji ber meşa ku dê ber bi Amedê bihata kirin, mala Leyla Guven û navenda Amedê hatibû dorpêçkirin. 
 
Bariyer hîn nehatine rakirin
 
Çalakiya HDP'ê do bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Bariyerên polîsan ên ku li kolanên Amedê û li kuçe û kolanên li ber mala Leyla Guven hatibû danîn hîn nehatiye rakirin. Hîn li ber sîteya ku mala Leylayê lê ye û li ser kolanan gelek wesayetên zirxî û TOMA hene.