HDP'ê beyannameya hilbijartina eşkere kir: Hedefa me demokrasî ye
- 13:47 16 Sibat 2019
- Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beyannameya hilbijartina herêmî ya ji sedan xalan pêk tê, pir rengîn û pir xizmetî bi raya giştî re parve kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li otelek Eneqereyê beyannameya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an bi raya giştî re par ve kir.
Beyannameya ji aliyê Pervin Buldan û Sezai Temellî ve hat xwendin wiha ye:
Bi hev re ber bi demokrasiyê ve
Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê, dê ji bo demokrasî û rêveberiya herêmî veguherîneke mezin bide destpêkirin û ev hilbijartin her wekî din li dijî qeyûm, feraseta tekparêz û otorîter jî wek referandûmeke demokrasiyê ye. Tifaqa AKP-MHP’ê eger di hilbijartinê de têk biçe, baş dizane ku sîstema serokatiyê û rejîma nû dê têk biçe, lewma vê hilbijartinê wek hilbijartina “man û nemanê” dibîne. Lê em baş dizanin ku tu pirsgirêka “man û nemanê” ya vî welatî û ya vê civakê tune ye, ya desthilatdariya AKP-MHP’ê heye.
AKP wêranker e!
AKP’ê aştiya civakî hilweşand! Tevahiya civakê dabeş kir. Siyaseta cudakariyê meşand û mirov kirin dijminên hevdu. Kesên ku li dijî vê derketin jî wek “xayîn” û “terorîst” sûcdar kir. Destûra bingehîn, yasayên heyî binpê kir û dadgeh kirin bin hikmê Serayê.
AKP’ê, aboriya vî welatî hilweşand! Qeyrana aborî, bandora xwe herî zêde li ser kedkar û jinan dike. Bêkarî û xizanî her ku diçe zêdetir dibe. Îsraf û reftarên neqanûnî belav dibin. Qeyrana aborî her ku diçe zêde dibe, lê dewlemend zêdetir dewlemend dibin, xizan zêdetir xizan dibin.
AKP’ê bajar hilweşandin! Bi feraseta rantxwar hemû bajar talan kirin û cihûwarê me bi betonê dorpêç kirin. Bajar hatin talankirin. Hemû nirxên dîrokî, ekolojîk û bajarî hatin binpêkirin.
AKP’ê nîzama ekolojîk hilweşand! Bi çêkirina riyên nû, kanên madenê, otelên mezin, navendên endustrî û nukleerî û HES’an, siruşta me tarûmar kir. Daristan bi hinceta ewlehiyê, çêkirina rê û avasaziyê, tên talankirin. Behr, gol, çem û rubar ji bo sermayeyê tên pêşkêşkirin. Hemû jîngehên mirov, ajal û nebatan hatin talankirin.
AKP’ê bi riya qeyûman, şaredarî desteser kirin! Îradeya gel xesb kir. Bi riya KHK’yan şaredarî xistin bin hikmê xwe. Rêveberiyên herêmî xiste bin kontrola rejîma yekzilamî.
Qeyûm xesb e!
Îradeya gel hate xesbkirin, şaredariyên ku bi îradeya gel hatî hilbijartin, bi riya KHK’yan hatin desteserkirin. 96 şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Nêzî 15 hezar xebatkarên şaredariyê û 300 muxtar hatin îxrackirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclise yên bajar û navçeyan, bi hezaran rêvebir, endam û xebatkarên şaredariyê hatin girtin.
Qeyûman beriya her tiştî êrîşî tabelayên Kurdî, Siryanî, Ermenî û Erebî kir. Peyker û abîdeyên Robozikê, Ugur Kaymaz û Ehmedê Xanî hilweşand. Navên Ceylan Onkol, Ekîn Ceren, Mehmed Uzun, Orhan Dogan, Tahir Elçî ji park û kolan û baxçeyan rakir û kir Tirkî. Êrîşî hemû tiştên derbarê dîrok, çand û zimanê Kurdî de kir. Pêşdibistan û kreşên Kurdî yên girêdayî şaredariyê yên wek Zarokîstan, Xalxalok û Ferzad Kemanger hatin girtin. Saziyên jinan û rêxistinên sivîl hatin girtin. Êrîşeke mezin li ser dîrok, çand, ziman, hişûbîra civakî û kelepûra Kurdî hat kirin.
Feraseta şaredariya beşdarvan bi destê qeyûman hate tunekirin. Şaredariyên pirziman kete destê wan. Talan û desteserkirina ji aliyê qeyûman ve hate kirin, di raporên Sayiştayê de bi cih girt. Hemû dewlemendiya şaredariyê pêşkêşî sermayeyê hat kirin.
Bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ber bi civakeke demokratîk
HDP, mîratgirê tecrûbeya rêveberiyên herêmî yên demokratîk e. Hêzên demokrasiyê û Kurd, di hilbijartina herêmî yên 1977-1979’an de Amed, Agirî, Batman û Fatsa jî di nav de, 10 şaredarî bi dest xistin. Lê hin şaredar hatin qetilkirin, hin jî hatin girtin.
Di hilbijartina 1999’an de HADEP’ê 37 şaredarî bi dest xist. Di hilbijartina 2004’an de hejmara wan şaredariyan bû 57. Di hilbijartina 2009’an de 99, di hilbijartina 2014’an de jî 102 şaredarî hatin bidestxistin.
Ligel hemû astengiyan, rêveberiyên me yên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadîxwaziya jinê avabûyî, her ku çû xurttir bûn. Me bi xizmetên zimanê dayikê û bi feraseta beşdarvan a şaredariyê, alternatîfeke nû ava kir.
Em ê cardin kreşên ku ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, stargehên jinan, navendên piştevaniyê yên jinan, malên piştgiriya perwerdeyê, wargehên xwendekaran, navendên çandan, şanogehên şaredariyan, kooperatîf, atolye, saziyên têkoşîna li dijî xizaniyê, navendên tendurustiyê vekin. Em ê sîstema hevserokatiyê bidomînin û nivîsgeh û midûriyetên jinan cardin ava bikin. Em ê cardin şaredariyan têxin bin xizmeta gel.
Dem dema xwedîderketina îradeya gelê Kurd e. Dem dema hilweşandina pergala qeyûmtiyê ye. Dem dema hilweşandina tifaqa AKP-MHP’ê ye.
Demokrasiya herêmî bingeha siyaseta me ye
Têkoşîna demokrasî, yeksanî û azadiyê, ji herêmê dest pê dike. Li cihê ku demokrasiya herêmî tunebe, mirov nikare behsa azadî û demokrasiyê bike. Bi riya demokrasiya herêmî, gel dikare bi nasnameya xwe, bi meclis, konsey, platform, saziyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl, beşdarî rêveberiyê bibe. Lewma rêveberiyên herêmî pirzimanî-pirzaravayî û pirçandî ne û ji bo hemû gel û baweriyan xizmeteke yeksan dimeşîne.
Hişmendiya demokrasiya yekser, li dijî dewletê, bihêzkirina civakê û pêşxistina azadî û yeksaniyê esas digire. Hemû raye di destê gel de ne û derbarê birêkûpêkkirina civak û jiyanê de, kirde civak bi xwe ye. Ji bo ku gel zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe bi pêş bixe, dixebite. Piştgiriya têkoşîna jinan a li dijî sîstema mêrane dike. Siberoja ciwanan misoger dike. Parastina siruşt û jiyanê esas digire.
Feraseta me ya demokrasiya herêmî xwe dispêre nêrîneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê. Sîstema hevserokatiyê ya ji sala 2014’an vir ve tê sepandin, bi karakterê xwe yê xweser, têkoşîna azadiya jinê geş dike û belavî tevahiya civakê dike. HDP, dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Dê tecrûbeyên xwe yên berê ji xwe re bike nimûne û demokrasiya herêmî bi pêş bixe. Em ê şaredariyan ji destê qeyûman rizgar bikin û ziyanên qeyûman ji holê rakin.
Em di hilbijartinên 31’ê Adarê de dixwazin zêdetir şaredariyan bi dest bixin û “demokrasiya rasterast” bi pêş bixin.
Di demokrasiya herêmî de, pêdiviyên bajar, bajarok, navçe û gundan, ji aliyê şêniyên wir ve tên diyarkirin. Çavkaniyên wan herêman, bi biryara jin, mêr, kal-pîr û ciwanên wir tên bikaranîn. Siberoj bi hev re tê avakirin.
Ji bo “rêveberiyeke azadîxwaz û mafparêz” em zêdetir demokrasiya herêmî diparêzin. Em dibêjin zêdetir pirrengî û pirdengî, zêdetir siruşt, zêdetir ked…Em dibêjin “zêdetir jiyan”.
Di şaredariyên HDP'ê de,
* Îradeya gel û rêzgirtina hemû cudahiyan, xaleke sereke ye. Her kes dê “xizmeteke yeksan” bibîne, cudakarî dê tu carî tunebe. Tu kes nayê vederkirin. Hemû cudahî dê di rêveberiyên bajêr de bên temsîlkirin.
* Gel dê “bi xwe û rasterast” beşdarî rêveberiyê bibe. Hejmara Meclisên Bajaran, Forûmên Bajaran, Meclisên Taxan, Meclisên Gundan, Meclisên Jinan, Meclisên Ciwanan dê zêdetir bibin.
* Di her qadê jiyanê de, plansaziya rêvebirinê dê bi muxtar, endam û saziyên civaka sivîl re bê kirin û ji bo vê yekê platformên birêkûpêk û karîger dê bên avakirin. Biryar bi hev re dê bê dayîn, rêvebirin bi hev re dê bê kirin.
* Di mijarên wek Têkoşîna li Dijî Xizaniyê, Jin, Ciwan, Zarok, Ekolojî, Çand û Huner, Bihêzkirina Aboriya Herêmî, Avasazî û Bajarsazî, Veguhastin, Tendurustiya Gel, Rewşa Nivîşkanan, Kal û Pîr, Bawerî û Kêmanî de, plansaziyên stratejîk, dê bi riya forûmên bajêr bên avakirin.
* Li gorî prensîba me ya şefaftiyê, civînên meclisê dê bi beşdarbûna gel bên kirin û rêxistinên civaka demokratîk dê teşwîqî wan civînan bên kirin. Encamên civînan, dê di malper û panoyan de bên weşandin. Gel dê bikaribe bi hêsanî xwe bigehîne zanyariyan.
* Ji bo bihêzkirina têkiliya gel û rêveberiyên herêmî, pergaleke karîger a ragihandin û zanyariyê dê bê avakirin. Maseyên têkiliyên bi gel re û sepanên wek e-şaredarî û şaredariya zîrek dê bên avakirin.
* Li bajaran û di her warê jiyanê de biryara projeyên mezin û plansaziyên stratejîk dê bi riya referandûmê bê dayîn. Rêveberiya referandûmê, dê li gorî şert û mercên bajar, bajarok, navçe û gundan bê diyarkirin.
* Azadîxwaziya jinê bingeha feraseta me ya rêveberiyên herêmî ye. Jin dê di her warê jiyanê de bi awayekî yeksan bên temsîlkirin. Reftarên zayendparêz dê neyên qebûlkirin.
HDP, budceya beşdarvan û ya li gorî zayenda civakî avakirî, esas digire. Di şaredariyên me de hemû mezaxtin dê şefaf bin û bikaribin bên teftîşkirin.
* Em ê budceya xwe ya xizmetkariyê, bi serpereştiya saziyên civaka sivîl, meclisên gel, rêxistinên civaka demokratîk û bi hemû pêkhateyên civakê re saz bikin.
* Em parvekirin, şêwirîn û pêkvejiyanê esas digirin. Em ê piştevaniya xwarin, av, sotemenî, perwerde, veguhastin û pêdiviya înternetê ji bo gel terxan bikin. Em ê li bajaran rê li ber rantxwariyê û geşedana neyeksan bigirin û ji bo deverên xizankirî, zêdetir par terxan bikin.
* Feraseta me xwe dispêre hezkirina siruşt û siberojê. Budceya me jî dê xwe bispêre parastina mirov, siruşt û hemû zîndeweran û avakirina bajar û cîgehên piştevaniyê armanca me ya sereke ye.
* Hemû xizmetguzariyên me dê pirzimanî-pirzaravayî bin. Ji bo ku rê li ber cudakarî û vederkirinê bigire, em ê ji hemû derfetên herêmê sûd wergirin.
* Armanca me pêşxistina xweşguzariyê ye. Em ê polîtîkayên xwe li gorî taybetmendiya zarokan, ciwanan, nivîşkanan, kal-pîran û komên paşwend birêkûpêk bikin.
* Em ê zanyariyên dahat-daçûnê yên şaredariyan li ser avahiyên şaredariyê û di panoyên bajêr de bi gelê xwe re parve bikin. Hemû detay, dê di malperên şaredariyan de bên weşandin, gel dê bikaribe hesab ji me bipirse.
Di hişmendiya HDP’ê de karûbarê şaredariyan tenê ne xizmetên binesazî-seresazî ne. Armanca HDP’ê ew e ku aboriya herêmî têxe bin xizmeta civakê. Tenê bi vî awayî rê li ber qeyrana aborî, xizanî, neyeksanî û kedxwariyê dikare bê girtin. Riya siberojeke misoger û aram ev e.
* Em ê aboriya herêmî bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê birêkûpêk bikin. Ji bo ku çavkaniyên herêmî xweşguzariyê zêdetir bike, em ê Lijneyên Koordînasyona Aboriyê ava bikin. Em ê stratejiyên fîzîkî, civakî, çandî û zanistî bi hev re ava bikin.
* Ji bo kêmkirina bêkariyê û pêşxistina îstîhdamê, em ê bi hêzên aboriya herêmî yên wek Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê, desteyên bajêr, kooperatîf, yekîne û saziyên civaka sivîl re bi hevahengî bixebitin.
* Li dijî rant û yekdestparêziyê, em ê li gorî pêdiviyên civakê polîtîkayên aboriya herêmî bi pêş bixin.
* Ji bo ku gelê me ji qeyrana aboriyê zêdetir bibandor nebe, em ê torên piştevaniyê ava bikin û polîtîkayên aboriya civakî bi pêş bixin.
* Ji bo bihêzkirina hilberîna herêmî û geşedana bazirganiyê, me di şaredariyên xwe de Midûrîyeta Pêşxistina Aboriya Herêmî û Nivîsgeh ava kiribûn, em ê hejmara wan yekîneyan zêdetir bikin.
* Ji bo ku li gorî nirxê wê yê mezaxtinê were hilberandin û armanc ne tenê kar û qezenc be, em ê piştgiriya kooperatîfan bikin.
* Ji bo ku rasterast ji hilberîner bigihê mezêxer, em ê bi riya kooperatîfan pergaleke bênavbeynkar ava bikin. Ji bo firotina berhemên herêmî, em ê bazargehan ava bikin.
* Ji bo ku barê jinan siviktir bike û neyeksaniya zayenda civakî û kedxwariyê ji holê rake, em ê riya fersendan ji bo jinan vekin. Jin dê di vekirina kargehan de xerc û bacê ji %50 kêmtir bidin.
* Di nav bajaran de em ê nehêlin navendên kirrîn û firotinê yên nû bên avakirin. Li dijî wan navendan, em ê plansaziyeke bajarî, civakî û karîger ava bikin û piştevaniya bazargehên herêmî bikin.
* Em ê şêwirmendî û piştevaniya perwerde û teknîkê ji bo şîrketên biçûk û navîn bikin; ji bo parastina esnaf, peyaner û cotkaran, em ê plansaziyan bikin.
* Ji bo pêşxistina perwerde û zêdekirina hêza kar, kursên pîşeyî dê bên vekirin. Di van kursan de jin û komên paşwend, dê zêdetir sûd wergirin. Perwerdeya destkarî, bazarkirin, kooperatîfvanî dê bê belavkirin.
* Ji bo pêşxistina rênçberî, ajalvanî, jêderk, çavkaniyên enerjiyê yên alternatîv û firotina berhemên herêmî, bazargeh dê bên peydakirin û avakirin.
* Ji bo avahiyên dîrokî û tûrîstîk yên li bajarên, li gorî taybetmendiyên xwe bên restorekirin, ji aliyê gel ve bên ziyaretkirin û ev avahî li dinyayê bên nasandin, em ê xebatên hevpar bi sazî û dezgehan re bimeşînin.
* Di her çalakiyên kirrîn û firotinê û di hemû îhaleyên şaredariyan de, kooperatîfên herêmî, esnaf û şîrket, dê bên hîmayekirin.
HDP hişmendiya desthilatdariyê ya ku mirovan xizan û muhtacî alîkariyê dike, qebûl nake. Têkoşîna li dijî xizaniyê, erka sereke ya şaredariyên HDP’ê ye.
* Em ê parve bikin û torên piştevaniya civakî xurttir bikin. Em ê bi hemû pêkhateyên civakê re bi hevahengî bixebitin û Komeleyên Têkoşîna li Dijî Xizaniyê ava bikin.
* Ji bo ku bêkariyê kêmtir bike, em ê hejmara kursên pîşeyî yên derbarê jiyana karkirinê ya herêmî de zêdetir bikin. Em ê hewl bidin ku kesên îcaze ji kursan wergirtin, bikaribin kar peyda bikin.
* Em ê hejmara seyareyên mobîl zêdetir bikin da ku bikaribin tasek xwarina germ ji xizanan re bibin. Ji bo avakirina Aşxaneyên Piştevaniyê, em ê bi hêzên civaka sivîl re hevkariyê bikin.
* Em ê hejmara Bankên Erzaqan û Cilûbergan zêdetir bikin
* Em ê xizmetkariyên wek perwerde, tendurustî, veguhastin û starbûnê ji bo komên paşwend, berdesttir û hêsantir bikin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê divê gel bikaribe xwe bigehîne xwarin-vexwarina tendurust, siruştî û erzan. HDP piştgiriya hilberîna siruştî dike û ji bo ku gel rasterast wan berheman bikirre, xebatên xwe dimeşîne.
* Derbarê ewlehiya xidayê de, em ê di navbera sazî û dezgehên civaka sivîl û gelê xwe de hevahengiyekê ava bikin. Em ê Yekîneya Xwarin-Vexwarinê ava bikin û gilî û daxwazên gel bi lezgînî bibersivînin û teftîşa kargehan birêkûpêk bikin.
* Em ê bi awayekî nîzamî kontrola hîjyenê ya hal, selexane û kargehên berhemên avê difiroşin, bikin. Em ê erzaqên xerabûyî demildest îmha bikin.
* Em ê proseya vekirina kargehên xwarin-vexwarinê û dayîna destûrnameyan bi awayekî hesas û şefaf kontrol bikin.
* Ji bo başkirina şertên teknîk û hîjyenîk, em ê projeyên teşwîqê ji kargehan re amade bikin. Em ê Alaya Spî bidin hemû kargehên ku şert û mercên hîjyenîk cîbicî kirine.
* Em ê xebatên xwe bidomînin ku bikaribin modela xwarin-vexwarinê ya “têra xwe dike” ava bikin. Ji bo ku gel bikaribe xwarin-vexwarina baş bi dest bixe, em ê bazargehên berhemên siruştî vekin û bostanên bajêr ava bikin.
* Ji bo ku gubreya endustriyel û madeyên kîmyewî di cotkariyê de neyên bikaranîn, em ê zêdetir gubreya organîk hilberînin û bidin bikaranîn.
* Ji bo ewlehiya xwarin-vexwarinê em ê xebatên perwerdeyê ji bo gel, dibistan û muxtariyan bi pêş bixin.
Di hişmendiya HDP’ê de, piştevanî û xizmetguzariya civakî ne meseleya xêr û xêratan e. Ev xizmetkariyên gelemperî ne. Bi nêrîna me, divê xizmetên wek tendurustî, perwerde, ewlehî, îstîhdam û rûniştgehan dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin.
* Em ê xizmetkariyên civakî xwemalî bikin û rêveberiya xwecihî û xizmetkariya xwecihî bi pêş bixin.
* Em ê di xizmetkariyên civakî de, parvekirin û piştevaniya gel esas bigirin. Em ê torên rêxistina civakî ya hemû pêkhateyên civakê bi pêş bixin; biryar dê bi deste pêkhateyan bên dayîn.
* Em ê bikin ku hemû welatî ji xizmetkariyên civakî sûd wergirin; yeksaniya zayenda civakî û faktora temen a welatiyan dê neyê piştguhkirin.
* Di jiyana civakî de xizmetkarî û polîtîkayên ji bo nivîşkanan, kal-pîran, zarokan, jinan, xizanan, penaberan û komên paşwend dê bên bipêşxistin.
*Ji bo bikaranîna karîger a çavkaniyên mirovî û darayî yên şaredariyên me, em ê mekanîzmayên teftîşê ava bikin.
* Li cihên wek meydan û seyrangehan, em ê rê li ber bazirganî û rantê bigirin. Em ê mekanên li gorî taybetmendiya civakî, çandî û hunerî ava bikin.
* Ji bo welatiyên xizan ên ku ji bajarekî din ji bo dermankirina nexweşiyan tên nexweşxaneyên bajar û navçeyan, em ê mêvanxaneyan ava bikin.
* Em ê hejmara fabrîqeyên “nanê şaredariyê” zêdetir bikin. Ji bo nexweşan, em ê xwirakên taybet çêbikin.
* Em ê di bin banê her şaredariyê de wek “Amed Sumerbank”ê kampûsên xizmetkariyên civakî ava bikin. Di van kampûsan de, hemû zarok, ciwan, nivîşkan û welatiyên me dê bikaribin xwe bigihînin xizmetên wek perwerde, şahî û rehabîlîtasyonê.
* Em ê kapasîteyên mêvanxane û aşxaneyan zêdetir bikin da ku welatiyên me yên bêmal bikaribin zivistan-havînan jê sûd wergirin.
* Em ê ji bo komên di bin rîskê de ne, buroyên piştevaniyê yên hiqûqî û psîkolojîk vekin û bi hin çalakiyan, ruhê civakî di nav gelê xwe de zindî bike.
*Em ê ji bo rewşên awarte, nemaze ji bo koçberî û karesatan, Navendên Koordînasyona Qeyranê ava bikin û piştevaniya xwarin, cilûberg û stargehan li kesên şepirze bikin.
Di şaredariyên HDP’ê de, jin bi awayekî azad û xweser xwe rêxistin dikin. Hemû xizmetên civakî li ser esasên zayenda civakî tên dayîn.
Em di sîstema hevserokatî û temsîla yeksan de bi biryar in
* Ji bo têkbirina hişmendiya mêrane û tekparêz a ku desthilatdarî dixwaze di rêveberiyên herêmî de cîbicî bike, em ê di hemû mekanîzmayên rêveberiya herêmî de sîstema hevserokatî û temsîla yeksan bi awayekî karîger bidomînin.
* Em ê bi hêza polîtîk û beşdarvan ya jinê, pergaleke civakî û demokratîk a li ser esasên pêwendiya yeksanparêz, ava bikin.
* Ji bo pratîzekirina polîtîkayên derbarê jinan de, em ê Nivîsgehên Polîtîkayên Jinê û Midûriyetên Polîtîkayên Jinê cardin vekin. Em ê cardin Aboriya Jinê, Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê, Yekîneyên Perwerdeya Jinê, Jîngehên Jinê û Kooperatîfên Jinê ava bikin.
* Ji bo ku jin bikaribin bi awayekî çalaktir beşdarî rêveberiyê bibin, em ê ji jinên hilbijartî û xebatkar hejmara “meclisên jinê yên şaredariyê”, “desteyên jinê” û “komîsyonên yeksaniyê yên jin-mêran” zêdetir bikin.
* Ji bo ku budceya rêveberiya herêmî ya li ser esasên zayendiya civakî hatî avakirin bi pêş bikeve, em ê budceya jinê ava bikin da ku xebatên taybet ên jinê bi awayekî karîger bên kirin.
* Em ê xebata xwe ya “Profîla Jinê li Herêmê” cîbicî bikin da ku di xizmetkariyên herêmî de, neyeksanî û neheqî ji holê bên rakirin.
* Ji bo ku xebatên derbarê jinê de bi awayekî baş bimeşin û ji bo ku jin bikaribin xwe bigihînin çavkaniyan, em ê Projeya Jinê û AR-GE’yan ava bikin û bultena Rêveberiyên Herêmî yên Jinên Azad derxin û belav bikin.
* Di hemû şaredariyên xwe de ji bo ku îstîhdama jinê zêdetir bike, em ê hejmara Navendên Pêşxistina Îstîhdama Jinê zêdetir bikin.
* Hemû rêxistinên jinan ên li bajaran, înîsiyatîfên sivîl û meclisên taxan, dê bikaribin bi Meclisa Jinan a Şaredariyan re bi hevahengî bixebitin; dê bi hev re plansaziyan bikin û xebatên şaredariyê dê bikaribe ji aliye jinan ve bê teftîşkirin.
* Di peymannameyên giştî yên bi sendîkayan re tên îmzekirin de, xebatkarên ku şidet li jinê kirine, dê bên cezakirin û peymannameya wan dê bên betalkirin.
* 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan, dê ji bo jinên xebatkar bibe roja destûrê û veguhastin dê ewroj bêpere be. Em ê di peymannameyan de vî mafî misoger bikin.
* Hemû şaredariyên me dê bibin terefgirên Şertnameya Jin-Mêran a Jiyana Herêmî ya Ewropayê û şert û mercên vê peymannameyê pêk bînin.
Em ê bajaran ji cudakarî, neyeksanî û zayendparêziyê rizgar bikin
* Li dijî hişmendiya mêrane ya ku dirûvê xwe dide avasazî û plansaziya bajêr, em ê “qadên gelemperî yên jinan û qadên ekolojîk” bi hev re ava bikin
* Em ê bi hev re Navendên Çandê yên Jinan, Akademiyên Çandê yên Jinan, Mala Dengbêjên Jin, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Pêşangehan, Qadên Sporê yên Taxan ên Jinan, Bazargehên Taxan ên Jinan, Marketên Mor, Parkên Jinan, Meydanên Azadiyê yên Jinan ava bikin.
* Ji bo ku tecrûbe û zanyariyên civakî bên parvekirin, em ê Malên Jinên Zana ava bikin.
* Em ê xizmetkariyên veguhastinê berbelav bikin da ku jin bikaribin nava rojê di her saetê de li kolanan bi awayekî azad û ewle tevbigerin.
*Ji bo ku jin bikaribin daxilî jiyana kar bibin û bi awayekî azad beşdarî jiyana gelemperî bibin, em ê di her taxê de kreşên ku 24 saetan xizmetê didin ên berdest, bêpere û bi zimanê dayikê perwerdeyê didin, ava bikin.
* Jinên ku di bin rîsk û xetereyê de ne, dê bikaribin perwerdeya amadekariya karesatan wergirin û kar û xebatên kêmkirina van xetereyan bikin.
* Ji bo ku di tevahiya jiyanê de bikaribe perwerdeyê bide jinan, em ê kursên akademîk, çandî, civakî, aborî, tendurustî û perwerdeyê vekin; ji bo gundan em ê komên perwerdeyê yên gerok ava bikin.
* Ji bo ku jin bikaribin di tax û kolanên xwe de komîn û kooperatîfên kuçeyan ava bikin, em ê piştgiriyê bidin wan.
* Em ê li gorî taybetmendiya civakî, aborî û etnîk, ji bo her jinê polîtîkayeke çand û hunerê ava bikin.
* Li dijî hişmendiya tekparêz a desthilatdariyê, em ê qadên azadîxwaz û rexnexwaz a hunerê ava bikin.
* Em ê navendên bêhnvedanê yên jinan ava bikin û jiyana rojane ya jinan hêsantir bikin. Ji bo jinên ji derveyî bajêr û ji gundan tên bikaribin jê sûd wergirin, em ê hejmara Navendên Behnvedanê yên Jinan zêdetir bikin.
* Ji bo jiyana civakî ya jinan hêsantir bike û jin zêdetir bikaribin beşdarî çalakiyan bibin, em ê JIN-KART’an belav bikin ku ji bikaribin ji çalakiyên çandî bêpere û erzan sûd wergirin.
* Li dijî hişmendiya zayendparêz a di qada sporê de, em ê piştgiriya klûbên sporê yên amator bikin û kompleksên sporê yên jinan vekin.
* Ji bo ku jinên penaber bikaribin jiyaneke birûmet û siberojeke biewle ava bikin, em ê mafên wan ên yeksanî misoger bikin.
* Ji bo ku rê li ber zayenparêziyê bigire, em ê xebatan ji bo jinên koçber û penaber bi xurttir bimeşînin.
* Jinên penaber ên rastî şidetê hatine dê bikaribin ji penagehên şaredariyan sûd wergirin.
* Em ê hemû xizmetkarî û polîtîkayên rêveberiyên herêmî, li gorî şert û mercên jinên nivîşkan birêkûpêk bikin.
Li dijî şideta mêran, em ê li her qadê, têkoşîna xwe xurttir bikin
* Em ê şideta li ser jinan vekolin, nexşeya şidetê amade bikin û li gorî encaman her sal plansaziyan ava bikin.
* Em ê piştevaniya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî bidin hemû jinên ku rastî şidetê tên û em ê navendên jinan, jîngehên jinan û şêwirgehên jinan ava bikin da ku jin bikaribin bi hêsantir jê sûd wergirin.
* Em ê li her bajarên ku nifûsa wan ji 50 hezarî zêdetir in, penagehan ava bikin û ji bo jinên di bin xetereyê de ne, “navendên destpêkê” ava bikin.
* Em ê di bin banê şaredariyan de xetên telefonê yên pirzîmanî-zaravayî wek “Alo Şidet” ava bikin, ji bo jinên ku guhên wan baş nabihîzin, em ê xetên dîtir vekin.
* Em ê piştgiriya jinan bikin ku ew bikaribin di warê civakî, aborî û çandî de xwe bi pêş bixin. Em ê bi jinan re “gundên jinên azad” û cîgehên derveyî tundrewiyê ava bikin.
Mafên yeksan ji bo hemû zarokan e. Divê hemû zarok bi awayekî azad mezin bibin. Divê zarok nebin qurbaniyên perwerdeya nijadperest, zayendparêz, tekparêz û vederkirinê. Di hişmendiya HDP’ê de, divê zarok li gorî berhemdariya xwe perwerdeyeke pirzimanî-pirzaravayî, pirçandî bibînin. Divê mafê jiyaneke biewle û tendurist a zarokan bê misogerkirin.
* Em ê navendên perwerdeyê, wargehên zarokan, atoyle, kreş, kurs, sporxane, hewzên soberiyê û havîngehan ên ku perwerdeya pirzimanî-pirzaravayî didin, vekin.
* Li dijî dokûmantên perwerdeya karbeşiya zayendparêz, em ê materyalên li ser esasên yeksaniya zayendiya civakî ava bûyî, amade bikin.
* Em ê piştgiriyê bidin saziyên civaka sivîl ên ku derbarê zarokan de xebatan dikin û bi wan re bi hevahengî bixebitin.
* Em ê mafên zarokan biparêzin û van mafan bi pêş bixin û xebat û semînerên pêşxistina hişmendiya civakî zêdetir bikin.
* Em ê Meclisên Zarokan ava bikin, zarok dê bikaribin biryarên xwe bi xwe bidin.
* Em ê “yekîneyên li dijî îstîsmara cinsî û bergiriya şideta li ser zarokan” ava bikin. Em ê bi malbatan re bi hevahengî bixebitin û rê li ber ensest û zewacên zarokên temenbiçûk bigirin.
* Li dijî belavbûna tîryak, şidet û îstîsmara zarokan, em ê atolyeyên perwerdeyê ji bo zarok û dayik-bavan saz bikin.
* Ji bo zarokên li kolanan dijîn, ji bo zarokên karker, em ê stargehên taybet ava bikin û derfetên perwerdeyê pêk bînin.
* Ji bo zarokên bêkes û rastî şidet û îstîsmarê hatine, em ê navendên lênêrînê yên zarokan ava bikin.
* Ji bo siheta zarokan a rûhî û bedenî, ji bo dermankirina trawmayên zarokan, em ê piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk bidin zarok û malbatên wan.
* Em ê ji bo siheta ruhî û bedenî ya zarokên di girtîgehan de, bi rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin û alîkariya psîkolojîk bidin wan.
* Ji bo ku hemû zarok bêpere jê sûd wergirin, em ê navendên tendurustiyê yên zarokan vekin û li dibistan û li gundan yekîneyên tendurustiyê yên gerok ava bikin.
* Heta 18 saliya wan, em ê hemû xizmetên veguhastinê û çalakiyên çandî ji bo zarokan bêpere bikin.
* Ji bo ku piştî dibistanê bikaribin çalakiyên perwerde, huner û çandî bidomînin, em ê navendan ji bo zarokan ava bikin. Şanogehên bajêr ên bi zimanê dayikê dê xizmetê bidin zarokan.
* Li taxan lîstikgehên zarokan dê bên avakirin û zarok dê bikaribin havîn-zivistanan jê sûd wergirin.
* Em ê di serê her sala perwerdeyê de, piştgiriya cilûberg û qirtasiyê bidin zarokên xizan.
* Ji bo ku karkeriya zarokan bê qedexekirin, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.
* Ji bo zarok û keçikên ku mafên wan ên perwerdeyê hatine astengkirin, em ê wargehên bêpere ava bikin û xizmeta servîsên bêpere zêdetir bikin.
* Di kreşên me de, em ê di tevahiya rojê de xizmetê bidin zarokan.
* Ji bo ku zarokên nivîşkan jî bikaribin jê sûd wergirin, em ê baxçeyên zarokan, atolyeyên zarokan ên lîstik û zanistê ava bikin û bernameyên gerûgeştê, çalakiyên huner û kursên sporê zêdetir bikin.
* Ji bo zarokan em ê di hemû şaredariyên xwe de kamp û navendên zanist, siruşt û çandê ava bikin.
* Ji bo neqlkirina hişûbîra civakî, em ê lîstik, meselok, çîrokên zarokan berhev bikin û Mala Çîrokbêjan ava bikin.
* Li dijî piştguhkirin û îstîsmara zarokan, em ê “yekîneyên têkoşîn û şêwirînê” ava bikin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê, ciwan xwedîîrade û kirde ne. Li gorî HDP’ê divê perwerde, tendurustî, xwarin-vexwarin, stargeh, veguhastin, çalakiyên çandî, civakî, spor û xizmetên gelemperî divê bêpere bên dayîn. Ev mafên hemû ciwanan e û HDP van mafan misoger dike.
* Ciwan dê bikaribin dirûvê dînamîzm û xweseriya xwe bi riya Meclisên Ciwanan bidin rêveberiyên me yên herêmî. Em ê 3 mehan carekê bi ciwanan re bicivin. Ciwan dê bikaribin bibin mîmarên dîwarê xwe.
* Di her warê jiyanê de, em ê piştgiriyê bidin mafên temsîlkirin, rêxistin û têkoşînê yên ciwanan.
* Em ê hemû navendên ciwanan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn desteserkirin û veguhertin, cardin vekin.
* Ji bo îstîhdama jinên ciwan, em ê polîtîkayên taybet bi pêş bixin û wan daxilî nav proseya hilberînê bikin.
* Em ê hemû astengiyên ku rê li ber domandina perwerdeya jinên ciwan digire, yek û yek ji holê rakin.
* Ji bo ku rê li ber zewicandina jinên ciwan bigire, em ê xebatên hişmendiyê zêdetir bikin.
*Di serî de ji bo ciwanên jin û ji bo hemû ciwanên xwendekar ên zanîngehan, em ê wargeh, navendên civakî, dibistanên sporê, aşxane û cilûbergxaneyên bêpere vekin.
* Ji bo ciwanan em ê navendên sporê zêdetir bikin û kampên spora siruştê ava bikin.
* Ji bo ku aliyê wan ê civakî, çandî, hunerî û berhemdarî bi pêş bixe, em ê Navendên Çandê yên Ciwanan ava bikin.
* Li dijî bêkariyê têkoşîna me dê bidome, em ê qadên îstîhdamê ji bo ciwanan ava bikin.
*Di nav ciwanan de bikaranîna tîryakê her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo ku rê li ber vê bê girtin, em ê perwerdeyê bidin zarokan û malbatên wan û em ê navendên piştevaniya civakî û ruhî ji bo zarokan vekin.
* Em ê bi hemû pêkhateyên civakê re hevkariyê bikin û ji bo piştevaniya xwendekaran, derfetên bûrsê biafirînin.
* Ji bo ku piştgiriya perwerdeyê ya ciwanan bike, em ê forûmên siyasetê, navendên etûtê, pirtûkxane û navendên zanistê vekin. Em ê hejmara malên piştgiriya perwerdeyê zêdetir bikin.
* Em ê torên piştevaniyê li bajar û taxan di nav civakê de xurt bikin û nehêlin ciwanên bêkar ji jiyana gelemperî bên vederkirin.
* Em ê nehêlin ciwanên stajyer û şagirt, di şert û mercên koletiyê de bixebitin.
* Mafê ragihandinê, ji bo ciwanan mafekî sereke ye. Em ê bikin ku ciwan bikaribin bi awayekî azad û bêpere ji înternetê sûd wergirin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê, teqawidî mafekî civakî ye, ne lutif e. HDP ji bo aramî, bextewarî û berhemdariya teqawidan û mirovên kal-pîr ên “hişûbîra civakê” ne dixebite.
* Em ê bi rêxistinên teqawidan, sendîka û komeleyan re bi hevahengî bixebitin, pirsgirêk û pêdiviyan tesbît bikin û bi hev re li riyên çareseriyê bigerin.
* Teqawid dê bikaribin ji navendên me yên tendurustî, spor, çand û hunerê yên di bin banê şaredariyan de, bêpere sûd wergirin.
*Ji bo teqawidan, em ê odeyên xwendin û hobiyê ava bikin. Ji bo ku ew bi dilê xwe û li gorî tecrûbe û berhemdariya xwe bikaribin beşdar bibin, em ê atolyeyan ava bikin.
* Ji bo ku kal-pîr bikaribin hişûbîra xwe ya civakî û çandî neqlî nifşên nû bikin, em ê proyejên bi navê “Mala Zanayan” bi pêş bixin.
* Em ê alîkariya tendurustî, hîjyenîk, ruhî û xwarin-vexwarinê bidin kal-pîran, aramxaneyan vekin û di mala wan de xizmetê bidin wan.
* Em ê temenê sûdwergirtina xizmetên veguhastin û rêwitiyê ji 65’an daxînin 60’î. Em ê çalakiyên gerûgeştê û hunerî ji bo wan bêpere bikin.
Rêjeya nivîşkanan di nav civakê de teqabulî ji sedî 12’an dike. HDP bi vê hişmendiyê, feraseta bêasteng ya şaredarvaniyê diparêze. HDP ji bo çareserkirina mayînde û esas a pirsgirêkên welatiyên nivîşkan dixebite.
* Ji bo ku pirsgirêk û pêdiviyan diyar bike, em ê nexşeya nivîşkanan derxin. Li gorî taybetmendî û pêdiviyên wan, em ê navendan ava bikin û pêşketina wan a civakî misoger bikin.
* Di seyareyan de, li kolan û pêlekanan û di plansaziya avahiyan de, em ê li gorî şert û mercên nivîşkanan tevbigerin.
* Em ê bi hemû astengiyên civakî yên nivîşkanan re têbikoşin. Ji bo nivîşkan bikaribin jê sûd wergirin, em ê park-baxçe, şanogeh, sînemayan ava bikin. Hejmara servîsên nivîşkanan di nav bajaran de zêdetir bikin.
* Em ê bi hevkariya rêxistinên nivîşkanan, perwerdeya mafên nivîşkanan bidin xebatkarên şaredariyê.
* Em ê kotaya îstîhdamê ya xebatkarên nivîşkan a şaredariyan, li gorî yeksaniya zayendî birêkûpêk bikin û bernameyên teşwîqê amade bikin.
* Li dijî feraseta ku keda nivîşkanan binpê dike, em ê semînerên hişmendiyê bidin kardêran.
* Di şaredariyan de em ê kesên ku pisporê alfabeya Braîlleyê ne û zimanê işaretê dizanin, îstîhdam bikin.
* Em ê hin axa ku aîdî şaredariyan e ji bo nivîşkanan û qurbaniyên şer û mînê terxan bikin da ku ew bikaribin lê cotkariyê bikin.
* Ji bo welatiyên nivîşkan, em ê sendeliyên biakû, amûrên bihîstinê peyda bikin û belav bikin.
* Ji bo kesên ku çavên wan nabînin, em ê pirtûkxaneyên bideng û odeyên înternetê ava bikin.
* Ji bo malbatên nivîşkanan û ji bo her kesî, em ê kursên zimanê işaretê vekin.
* Em ê li dijî îstîsmara cinsî ya li ser nivîşkanan, têkoşîna xwe bi hêztir bikin.
Li Tirkiyeyê nêzî 4 milyon û nîv penaber hene. HDP, mafên navneteweyî yên penaberên ku ji cihûwarên xwe hatine bidûrxistin, misoger dike.
* Em ê pêdiviyên jiyanî yên wek cihê mayînê, xwarin-vexwarin û tendurustî yên penaberan bi piştevaniyê safî bikin. Ji bo jiyaneke birûmet, em ê polîtîkayan ava bikin û penaber dê bi hêsanî ji xizmetên şaredariyê sûd wergirin.
* Li dijî cudakarî, îstîsmar û kedxwariya li ser penaberan, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.
* Ji bo ku bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê ji xizmetên şaredariyê sûd wergirin, em ê xebatên xwe bidomînin.
* Hemû penaberên qeydkirî-neqeydkirî dê ji xizmetên navendên tendurustiyê yên şaredariyan sûd wergirin.
* Em ê bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinan jinan re hevkariyê bikin û penagehan bi nîzamî teftiş bikin.
* Em ê bi saziyên neteweyî û navneteweyî re derbarê koçberî û penaberiyê de bi hevahengî xebatên xwe bimeşînin.
* Em ê piştgiriya perwerdeya bi zimanê dayikê bidin penaberên zarok.
Li gorî hişmendiya HDP’ê xwediyê bajaran gel bi xwe ye, ne sermaye ye. HDP “Mafê Bajêr” diparêze û hişmendiya avasazî ya ku mirov dike xerîbê/a siruşt û axê qebûl nake. Li dijî talan û xeleka rantxwariyê, HDP bi gel re têkoşîna parastina taybetmendiyên bajaran dike.
* Em ê bajaran ji feraseta desthilatdarî û sermayeyê ya ranxwar û zayendparêz rizgar bikin û bajarên xwe wek pergaleke ekolojîk û wek yekîneyên aboriyê veguherînin, bi pêş bixin.
* Em ê daristan, mêrg, zevî, zozan û kortalan ji bayê bajarsaziyê rizgar bikin. Bajarên bi pîvanên ekolojîk sînorkirî dê bên avakirin û bajar dê bi nîzam mezin û berfireh bibin.
* Em ê plansaziya bajêr li gorî berjewendiyên aboriya civakê, demokrasiya herêmî û li ser esasên zayendparêziya civakî û hişmendiya ekolojîk ava bikin.
* Di plansaziya bajêr û pêvajoya veguherîna bajêr de jin dê rasterast di nav mekanîzmayên biryardanînê de bin.
* Gund û cotkarî parçeyekî esas ê bajêr in. Bajar ne tenê cihê navendên danûstanê û bîna û avahiyan e. Em ê di plansaziya bajêr de ji bo cotkariyê, erd terxan bikin û cotkariya bajêr bi pêş bixin.
* Koçberiya ji gundan ber bi bajaran, dê li çolteran bi pêşxistina xizmetkariyên aborî, civakî û çandî bê hevsengkirin. Hevsengeke gund-bajaran dê bê avakirin.
* Li dijî feraseta “kent-rant” a desthilatdariya navendî, em ê “Mafê Herêmiyê” ya welatiyên xwe li gundan biparêzin. Ev dever dê li gorî pêdiviya niştecihên wir bê avakirin, veguherîn û hemû welatî dê bikaribin beşdarî pêvajoya plansaziya bajêr bibin.
* Li gorî nasnameya herêmî, li gorî pêdivî û taybetmendiyên deverî û bi hişmendiyeke ekolojîk, em ê kuçe û kolan, binesazî/seresazî û cihên şînahiyê ava bikin. Em ê pêşengiya avakirina avahiyên kesk û baniyên kesk bikin. Em ê “Rehberên Jiyana Bajêr ên Ekolojîk” amade bikin da ku gel bikaribe beşdarî avakirina bajarên ekolojîk bibe.
* Em ê navendên bajêr û meydanan ên ku civak ji hev dûr xistiye, bikin navend û meydanên gel bi xwe. Meydan û navendên bajaran dê bibin qadên hevpar ên gel, cihên çalakiyên civakî, siyasî, hunerî û aborî.
* Ji bo ku jin û zarok bikaribin di her danê rojê de bi aramî û bi azad lê bin, em ê “projeyên karîger ên kuçeyan” bi pêş bixin, kuçeyan bikin cihên biewle û mekanên civakî.
* Em ê li gorî taybetmendiyên bajaran, li gelek bajaran projeyên wek “Kuçeya Çand-Hunerê” bi pêştir bixin.
* Em ê cîrantî, piştevanî û palpiştiyê di nav civakê de bi xurttir bikin û taxên li ser esasên taybetmendiyên nasnameya bajêr ava bikin û teşwîqî avakirinê bikin.
* Em ê nirxên dîrokî, çandî û hişûbîra civakî biparêzin û neqlî nifşên nû bikin. Em ê hemû cihên dîrokî, çandî û dînî yên Kurdan û hemû gelan biparêzin, restore û karîger bikin.
* Ji bo ku taybetmendiya avahiya bajêr biparêze, nasnameya estetîk a dîrokî mayînde bike û bêfesaliya bajêr ji holê rake, em ê “Desteyên Estetîka Bajêr” ava bikin.
* Di avasaziyê de, em ê gel teşwîqî bikaranîna kereseyên herêmî bikin. Bi vî awayî em ê ruhê siruştî yê bajêr biparêzin û aboriya herêmî bi pêş bixin.
HDP veguherîna li ser esasên mirovî ya bi projeyên civakî hatî destekkirin diparêze. HDP, feraseta veguherîna bajêr a rantxwar û plansaziya bajêr a ku ruhê bajêr û taybetmendiya civakî têk dibe, hişûbîrê bajêr tune dike û wan ji cihûwarên wan bi dûr dixe, qebûl nake
* Em ê li cihên di bin xetereyê de ne bi rizaya gel “projeyên veguherîna di cih de” bidin destpêkirin. Em ê li deverên zorava, taxan tune nekin û li gorî taybetmendiyên wir avahiyên saxlemtir bikin.
* Em ê li cihên di bin xetereyê de ne, ewlehiya can û mal a gelê xwe biparêzin û li gorî wê projeyên bi veguherînê yên ji aliyê gel ve hatî destekkirin, bi pêş bixin. Ziyana kesên ku avahî û cihên wan di Projeyên Veguherîna Bajêr zirar dîtine, ji holê rakin.
* Em ê li bajarên kurdan, zihniyeta talanker û rantxwar a ku piştî hilweşandina bajaran cihûwarê gelê me desteser kir, têk bibin û bajaran radestî gelê xwe bikin. Em ê li bajarên wêrankirî, li gorî pêdiviyên jinan û li gorî daxwazên gelê xwe, bajarên xwe ava bikin.
Li gorî HDP’ê, Mafê Rûniştgehê, ji bo her kesî mafekî sereke ye. HDP hewl dide ku her jin, mêr, ciwan û zarok di nav aştî û aramiyê de bikaribin li xaniyekî bimînin û jiyaneke birûmet bidomînin.
* Em ê maliyeta rûniştgehan kêm bikin, da ku her pêkhayetên civakê bikaribin bibin xwediyê/a xaniyên saxlem, biewle û parastî.
* Ji bo welatiyên xizan, em ê projeyên rûniştgehên civakî bi pêş bixin. Ji plansaziyê heta avasaziyê, welatî dê bikaribin beşdarî pêvajoya van projeyan bibin. Jin dê hêsantir bikaribin bibin xwediya xaniyan.
* Bi riya kooporatîf û yekîneyan, ne bi mebesta kar û qezencê, ji bo avakirina rûniştgehên erzan û biewle, em ê bi projeyên endazyarî û avasaziyê û bi hêsankirina destûrnameyan piştgiriyê bidin welatiyan.
HDP, piştgiriya projeyên veguhastina komelî dike. HDP dixwaze ku bikaranîna şexsî ya seyareyên ku dibe sedema trafîkê û bajaran tevlihev dike, dibe sedema qirêjiya hewayê û bêfesaliya hawirdorê, bi sînor bike. Li dijî projeyên ku siruştê talan dikin, HDP feraseta veguhastinê ya bi siruştê re hevaheng e diparêze û têkoşîna wê dike.
* Em ê bi projeyan veguhastina bejayî kêmtir bikin û entegrasyona veguhastina bejayî, hesinî, deryayî û behrî bi pêş bixin.
* Em ê tora veguhastinê berfireh bikin, pirsgirêka trafîkê çareser bikin û li bajaran xetên trênê yên sivik zêdetir bikin.
* Di veguhastina komelî de, em ê hejmara seyareyên bi emîsyona kêm dixebitin, zêdetir bikin. Em ê seyareyên heyî, bi vî awayî veguherînin.
* Em ê maliyeta veguhastinê kêm bikin, da ku gel bikaribe bi awayekî erzan jê sûd wergire.
* Em ê hejmara kartên seyahate yên bêpere û erzankirî zêdetir bikin. Welatiyên di bin şertên xizaniyê de dijîn, dê bikaribin bêpere jê sûd wergirin.
* Ji bo ku jin bikaribin bi awayekî azad û çalak seyahat bikin, em ê projeya Jin Kartê cîbicî bikin.
* Em ê veguhastinê hêsantir bikin, ji bo ku gel jê sûd wergire, em ê projeyên wek otoparkên zîrek kart û rawestgeha bi deng bi pêş bixin.
* Em ê riyên bisikletê zêdetir bikin da ku bikaranîna bisikletê berbelav bibe. Em ê projeyên pîlot ên wek “rawestgehên bisikletan” bi pêş bixin da ku welatî bikaribin wan bi kar bînin.
* Em ê peyarêyan bi pêş bixin, hin kuçe û kolanan ji çûyîn û hatina seyareyan re bigirin. Em ê ji bo peyayan, ji bo erebeyên pitikan û nivîşkanan riyan çêkin.
* Em ê li navendên bajaran, li nêzî cihên ku trafîk lê zêde ye, otoparkên biewle û ronîkirî ava bikin û gel ji barê trafîkê rizgar bikin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê, siruşt; ji bo nifşên nû û siberojê mîrasa herî mezin e. HDP li dijî feraseta hilberîna kapîtalîst a ku bûye sedema veguherîna îklîmê, çolter tune kirine û bajar kirine hêlîna komir, neft, gaz, qîr û qetran û betonê, qebûl nake.
* Em ê li sîstemên ekolojîk, av, jîngehên siruştî û li jiyana curbicur xwedî derkevin. Em ê li gorî sînorên ekolojîk ên bajaran (gol, rubar, çem, zevî, kortal) plansaziyê bikin.
* Ji bo ku rê li ber sûcên talana siruşt, dîrok, flora û faunaya me bigire, em ê “Rêziknameya Sûcê Bajaran” amade bikin. Em ê bi xebatên perwerdeyê hişmendiya civakî bi pêş bixin.
* Em ê li dijî veguherîna iklîmî ya gerdûnî, bernameyan amade bikin û bikaranîna sotemeniyên fosil bi sînor bikin. Em ê welatiyên xwe ji komir, neft, qîr û qetran û betonê rizgar bikin.
* Em ê daran li navendên gund û bajaran biçikînin, cihên şînahî zêdetir bikin û hejmara daristanên bajêr zêdetir bikin.
* Ji bo parastina cureyên endemik û curbicuriya nebatî yên li herêman, em ê parkên botanîk ava bikin. Em ê ji bo pêdiviyên gel, daran li navend û meydanan biçikînin.
* Ji bo ku bajarên me bikaribin têra xwe bikin, em ê cotkariyê bi pêş bixin, bostanên bajêr û cihên wek Baxçeyê Hewselê yên cotkariyê biparêzin.
* Li dijî hilberîna gaza zinêr a ku ava binerdê qirêj dike, dibe sedema bermayiya kîmyewî, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.
* Li deverên pîlot, em ê projeyên wek eko-kent bi pêş bixin.
* Em ê têkoşîna xwe ya li dijî projeyên dîrokkuj, çandkuj û siruştkuj ên wek Heskêf, Bendava Munzûrê, Riya Kesk, Pira Sêyemîn û Balefirgeha Sêyemîn bi xurttir bidomînin.
* Em ê pêwendiyên xwe bi tevgerên ekolojiyê yên antîkapîtalîst û navneteweyî re xurttir bikin û torên piştevanî û palpiştiyê ava bikin.
Di salên dawî de, bajar ji bo ajalên kolanan bûne cihên şidet û wehşetê. HDP dê xebatên xwe yên li şaredariyan li gorî Beyannameya Mafên Ajalan bimeşîne.
* Em ê li bajarên xwe cihên ajalên kolanan bi awayekî nîzamî tesbît bikin û pêdiviyên tendurustî, xwarin-vexwarin û cihên mayînê, ji bo ajalan terxan bikin.
* Em ê ji bo ajalên kolanan, stargehên tedawiyê ava bikin, xwarin-vexwarin û cihên mayînê terxan bikin da ku ajalên ku parçeyek ji sirûşta me û jîngehên me ne ji şideta mirovan bên parastin.
* Li dijî şideta li ser ajalan, em ê bi saziyên parastina mafên ajalan re bi hevahengî bixebitin û li her taxê perwerdeya hişmendiyê bidin welatiyên xwe.
* Ji bo ku welatî bikaribin bibin xwediyên ajalên kedîkirî, em ê gavan biavêjin.
* Em ê di şaredariyên xwe de xizmetên veterîneriyê bêpere bidin.
* Li parkên navendî, em ê “parkên dostê ajalan” ava bikin da ku zarok û ajal bi hev re mezin bibin.
* Em ê rê li ber kargehên ku li bajaran ajalên kedîkirî difiroşin, bigirin.
Li dijî HES, JES û Santralên Termîk ên jîngeh û cihên çandiniyê tarûmar dikin, HDP hilberîna enerjiya kesk a dostê siruşt û îklîmê diparêze.
* Em ê bijardeyên enerjiyê yên rê li ber talana siruştê digire, rê li ber veguherîna îklîmê digire û enerjiya têra xwe dike bi pêş bixin. Em ê bikaranîna sotemeniya fosîl kêmtir bikin.
* Li dijî polîtîkaya îklîmê ya ku zirarê dide jîngehên ajalan û riya koçberiyê ya ajalan, em ê polîtîkaya enerjiya ba û rojê ya dostê îklîmê bi pêş bixin.
* Em ê nexşeya enerjiyê ya bajaran amade bikin û li gorî wan nexşeyan projeyên enerjiyê biafirînin.
* Em ê bikin ku hemû avahiyên şaredariyê enerjiyê kêm bi kar bînin û bikaribin enerjiya xwe bi xwe biafirînin. Em ê van projeyan li tevahiya bajaran belav bikin.
* Di ronîkirina park û riyan de, em ê enerjiya dostê îklîmê bi kar bînin.
* Em ê polîtîkaya xwe ya enerjiyê li gorî pêdiviya civakê û teserûfê diyar bikin, ne li gorî pêdiviyên endustiya giran.
* Em ê piştgiriyê bidin kooperatîfên ku dixwazin enerjiyê biafirînin. Ji bo vê yekê, em ê di bin banê şaredariyan de yekîneyan û rêziknameyan ava bikin.
* Li dor çarçoveya Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê, ji bo ku em jî bibin endamê Energy Citiesê, em ê Plansaziya Veguherîna Îklîmê û Enerjiya Domdar amade bikin. Em ê ji sedî 20 kêmkirina dahêlandina gaza serayê ji xwe re bikin armanc.
Pergala kapîtalîst, daristanên bajaran û siruştê talan dike û ruhê wan dikuje. Daristan tên şêwitandin û pêşkêşî sermayeyê tên kirin. Li dijî vê feraseta ku dibe sedema talana ekolojîk û siruştê tarûmar dike, HDP dê têkoşîna xwe bi xurttir bidomîne.
* Em nahêlin daristan, mêrg û zevî ji bo projeyên sermayeyê bên talankirin.
* Em nahêlin li ser daristanên ku hatine şewitandin, avahî bên çêkirin. Em ê wan deran cardin bi dar bikin.
* Em ê hejmara navendên hilberîna şitlan, di bin banê şaredariyan de zêdetir bikin. Em ê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl û kooperatîfan şitlan bêpere belavî gel bikin.
* Em ê li her derê, li gorî taybetmendiya ekolojîk a wê deverê, daristanên bajêr ava bikin.
* Em ê şahiyên şitlçikandinê saz bikin. Em ê bi dirûşma “dareke te ya çandî tune be, tu jî tune yî” her sal kampanyayên şitlçikandinê organîze bikin.
* Ji bo daristanên ku di operasyonên leşkerî de hatine şewitandin, em ê xebatên hişmendiyê yên neteweyî û navneteweyî bidin berdewamkirin.
* Em ê di bin banê îtfaiyeyan de yekîneyên destekariya lezgîn ava bikin û bergiriya şewitandina daristanan bikin. Em ê kerese û ekîpmanan birêkûpêk bikin û “Malên Daristan” ava bikin.
* Em ê piştgiriya gundên daristan bikin. Ji bo gundiyên wir bikaribin debara xwe bikin, em ê projeyan bi pêş bixin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê, mafê avê yê hemû zîndewerên sirûştê mafekî sereke û jiyanî ye û aveke biqalîte mafê her kesî ye. Av ne metayeke bazirganiyê û amûreke şer û pevçûnê ye. Bikaranîna avê û çavkaniyên avê divê bi rêbazên beşdarvan ên demokratîk bên diyarkirin.
* Li dijî feraseta ku çem û kaniyan, gol û rubaran û çavkaniyên avê yên binerdê dixe bin xizmeta berjewendiyên xwe yên bazirganiyê, em ê têkoşîna xwe bi xurttir bidomînin.
* Em ê zîndewerên ava rubar, çem, golan biparêzin û derbarê wan de xebatên xwe bimeşînin.
* Em ê têkoşîna xwe li dijî madeyên kîmyewî yên ku çeman dimiçiqînin û zuha dikin, bidomînin. Em ê kargeh û febrîqeyên ku avê qirêj dikin, ceza bikin.
* Li dijî kargehên madene û kanên kevir-xweliyê yên ku xetereyê li ser zîndewerên avê zêdetir dikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û rê nedin avasaziya li van deveran.
* Em ê nexşeyên zuhayî û heşkayiyê derxin, rêjeya avê ya çeman kontrol bikin û ji bo ku av bi awayekî ekolojîk, civakî û adilane bê bikaranîn, em ê têkoşîna xwe bi xurttir bidomînin.
* Ji bo kêmkirina bikaranîna ava biambalaj, em ê qalîteya ava şebekeyê zêdetir bikin û derbarê wê de xebatên stratejîk bimeşînin.
* Em ê ava vexwarinê li bajar û gundan ji bo her kesî misoger bikin. Em ê hewl bidin ku 10 metrekûp av ji bo her malekê bêpere be. Ji bo cotkariyê jî em ê avê bêpere bikin.
* Em ê kaniyên gund û taxan ên ku berê hebûn û ruhê civakîbûnê xurt dikirin, cardin vekin.
* Em ê ava ku tê bikaranîn di navendên parzûnkirinê de veguherînin û cardin bidin bikaranîn. Ji bo komkirin û bikaranîna ava baranê jî em ê navendên parzûnkirinê ava bikin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê divê cotkarî û ajalvaniya siruştî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bê parastin û pêşxistin. HDP dê bi kedkarên cotkariyê û rêxistinên cotkariyê re xebatên xwe dimeşîne.
* Em ê di bin banê şaredariyan de Midûriyetên Cotkariyê ava bikin. Ji bo pêşxistina kooperatîfên cotkariyê, em ê xebatên perwerdeyê bimeşînin. Em ê bi yekîne, rêxistinên herêmî û saziyên têkildar re konferans, komxebat, fûar, festîval û belgefîlman amade bikin û projeyên danasînê bi pêş bixin.
* Em ê li çolteran û li gundan, aborî, tendurustî û jiyana civakî bi pêş bixin û cotkarî û ajalvaniyê teşwîq bikin.
* Em ê piştgiriya xebatên wek şîr û berhemên şîrî, mêşvanî, masîvanî, zomevanî, seravanî û şitilvaniyê bikin.
* Em ê şîrê rojane ji gund û bajaran kom bikin û bêpere neqlî kargehên şîr bikin.
* Em ê bi riya înternetê bazargehan ava bikin da ku berhemên cotkariyê rasterast bên kirrîn.
* Em ê zeviyên cotkariyê isleh bikin û wan wek qada SÎT îlan bikin.
* Em ê malên tovên herêmî ava bikin. Li wan malan em ê cureyên endemîk ên nebatan biparêzin.
* Ji bo ku ji bermayiyên zeviyan, ji fêkî-sewzeyên xerabûyî, êma ajalan û gubreya nebatan bê bidestxistin, em ê xebatan bimeşînin. Em ê êm û gubreya bidestxistî bêpere belavî cotkaran bikin.
* Em ê piştgiriya cotkarên ku ji ber qedexekirina derketina mêrg û zozanan zirar dîtine, bikin.
* Em ê rê li ber koçberiya demsalî bigirin, vegera gundan teşwîq bikin û hilberîna li gund û çolteran bi pêş bixin û projeya ku “Ez li ku ji dayik bûm, bila zikê min li wir têr be” belav bikin.
* Em ê bajaran ji zêdehiya nifûsê rizgar bikin û em ê jiyana ku ji ber şer û kapîtalîzmê hatiye hilweşandin cardin zindî bikin û projeyên vegera gund bi pêş bixin.
Li gorî HDP’ê, Mafê Tendurustiyê yê ku xwe dispêre başbûna bedenî, ruhî û civakî, mafekî esas e. Netew, dîn, fikra siyasî, rewşa civakî û aborî çi dibe bila bibe, divê hemû welatî bikaribin ji xizmetkariyên tendurustiyê yên şaredariyan bêpere û bi zimanê dayikê sûd wergirin.
* Rêveberiyên me yên herêmî ji xwe re avakirina civakeke baş dikin armanc. Ji xwarin-vexwarinê heta rewşa jiyanî, em ê ji bo başkirina tendurustiya civakê xebatên xwe bimeşînin.
* Ji bo parastin û xizmetkariya tendurustiyê, em ê “Navendên Tendurustiya Gel û Yekîneyên Tendurustiya Gel” ava bikin.
* Em ê derbarê tendurustiya civakê de bi saziyên tendurustiyê, ode û rêxistinên civaka sivîş û sendîkayan re xebatên hevbeş bimeşînin.
* Em ê bi riya Ekîbên Tendurustiyê yên Gerok, li tax û gundan kontrolên tendurustiyê bikin, teftîşa ava vexwarinê bi pêş bixin û perwerdeyên tendurustiyê û hîjyenê bidin welatiyên xwe.
* Em ê navendên tendurustiyê yên dayik-zarokan vekin da ku jin bikaribin zêdetir jê sûd wergirin. Mueyene, derman, aşî, pîneyê zarokan û mamaya zarokan dê bêpere bên dayîn. Derbarê bedena jinan û tendurustiya jinan de em ê perwerdeyên bi zimanê dayikê bidin.
* Em ê xizmetkariyên tendurustiyê li gorî rewşa nivîşkanan birêkûpêk bikin. Penaber dê bikaribin bi zimanê dayikê ji xizmetan sûd wergirin.
* Ji bo ku nexweş bikaribin bi rehetî biçin navendên tendurustî û nexweşxaneyan, em ê hejmara seyareyên servîsê yên bêpere zêdetir bikin.
* Li dijî her cure xetereya li ser tendurustiya mirov, em ê têkoşîneke karîger û ekolojîk bimeşînin.
* Ji bo nexweşên ku ji gundan tên nexweşxaneyên bajaran, em ê li mêvanxane û aşxaneyan ava bikin.
Spor çalakiyeke aştiyane û piştevaniyê ya pêkvejiyana civakî ye. Ji bo jiyaneke tendurust, em ê piştgiriya spora girseyî bikin.
* Em ê sporê ji polîtîkayên zayendparêz, nijadperest, şoven û ji destê sermayeyê rizgar bikin.
* Em ê piştgiriyê bidin klûb û sporvanên amator û çalakiyên spora herêmî bi pêş bixin.
* Em ê li bajarên xwe hejmara navendên sporê li gorî pêdiviyên jinan û zarokan zêdetir bikin. Welatiyên me dê bi rehetî bikaribin ji wan navendan sûd wergirin.
* Ji bo çalakiyên sportîf, em ê li gundan navendan ava bikin. Pêşbirkên sporê di navbera gundan de dê bên organîzekirin.
* Em ê pêşbirkên kuçeyî yên wek futbol, basketbol, voleybol, hentbol bidomînin.
* Em ê hejmara hewzên soberiyê ji bo jinan, zarokan û ciwanan zêdetir bikin.
* Em ê li parkan, amûrên sporê ji bo welatiyên xwe zêdetir bikin û rêgehên meşê ji bo gelê xwe ava bikin.
Li gorî hişmendiya HDP’ê mafê fikrî û bawerî yê hemû gelan û şexsan misoger e. Mafê derbirrîna fikrî, siyasî û dînî ji bo her kesî hatiye misogerkirin. HDP, xizmetkariyeke yeksan ji bo her gel û baweriyan misoger dike.
* Di şaredariyên me de, em ê xizmeteke bêpere ji navendên baweriyê yên wek Mizgeft, Cemxane, Dêr û Kinîşteyan re bikin.
* Em ê piştgiriya saziyên ku li ser bawerî, çand û hişûbîra civakî dixebitin, bikin.
* Ji bo navendên baweriyan, ku bê daxwazkirin, em ê cih terxan bikin û alîkariya restorasyon û avasaziyê bidin wan.
* Em ê xizmetên wek gorrkirinê bêpere bidin û ji bo welatiyan Şînxaneyan ava bikin.
Li gorî hişmendiya şaredarvaniya HDP’ê, ji bo pêkvejiyana gelan divê hemû xizmetên şaredariyan pirzimanî-pirzaravayî û pirçandî bin. Divê li Tirkiyeyê xizmetên şaredariyan bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Kirdkî), Siryanî, Ermenî, Erebî, Lazî be.
* Em ê bikin ku hevşaredar û endamên meclisan û xebatkarên şaredariyan, zimanê xwe û zimanê herêmên xwe bizanibin.
* Em ê Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Zimên ava bikin û zimanê Kurdî, Siryanî, Ermenî, Erebî û yên din biparêzin û bi pêş bixin.
* Em ê berhemên çanda gelêrî vekolin û xebatên berhevkariyê yên Kurdî û zimanên din amade bikin.
* Ji bo parastina zimanên di bin zextên bişaftinê de ne, em ê lêkolînên bikaranîn û pêşvebirina zimên bikin, kursên zimên vekin û xebatên gramer û ferhengê bi pêş bixin.
* Çalakiyên nivîskî, îlan û agahdariyê yên şaredariyan, dê pirzimanî-pirzaravayî bên berdewamkirin.
* Em ê dîsa bajar, tax, kuçe, kolan û gundan pirzimanî-pirzaravayî bi nav bikin.
* Em ê tabela û panoya bi pirzimanî-pirzaravayî bi kar bînin û bidin bikaranîn.
* Di hemû xizmetkariyên çandî, hunerî, şanoyî û festîval û atolyeyan ên şaredariyan de em ê pirzimanî-pirzavayîtiyê esas bigirin.
* Em ê di kreşan de, çîrok, lîstikên zarokan ên pirzimanî-pirzaravayî ava bikin û xizmetên wek kurs, pirtûkxaneyan zêdetir bikin.
HDP jiyaneke pirçandî û pirzimanî diparêze. Li dijî siyaseta zayendparêz, nijdperest, rasîst a desthilatdariyê, HDP çand û hunereke civakî, demokratîk û azad diparêze û ji bo wê têkoşîn dike.
* Em ê çandxane, pirtûkxane, muzexane, galerî, sînema û şanogehan ava bikin, xizmetên çandî, bigehînin gundan û taxan.
* Em ê mekanên dîrokî û çandî biparêzin, kelepûra çandî û siruştî li gorî taybetmendiya wan restore bikin.
* Ji bo ku gel, ciwan, zarok, gundî, xwendekar, jin, karker û welatiyên me bikaribin ji xizmetên çandî û hunerî sûd wergirin, em ê xebatên xwe bi xurttir bimeşînin.
* Derbarê muzîk, şano, zanist, felsefe, ekolojî, edebiyat û polîtîkayê de, em ê atolyeyan saz bikin.
* Em ê hejmara Şanoyên Bajaran zêdetir bikin, li gund, navçe û bajaran xebatên şanoyê pêşkêşî welatiyên xwe bikin.
* Em ê bi Kurdî û bi zimanên din, çalakiyên wek lîstikên şanoyê, çîrokbêjî, wêne û muzikê bi pêş bixin.