Ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê gelê Efrîn û Şehba meş li dar xistin

  • 12:28 16 Sibat 2019
  • Rojane
Tolîn Mihemed
 
ŞEHBA - Bi dirûşma” Bi rihê berxwedana gelan em ê komploya navnetewî ya salvegera 21'emîn têk bibin û azad bi Rêber Apo re bijîn”, Gelê Efrînê û Şehbayê bi meşekê komplo şermezar kirin, jinên tevlî meşê bûn nerînên xwe anîn ziman.
 
Jinên Efrînê û Şehbayê ku tevlî meşa şermezarkirina komploya Navnetewî li  ya navçeya Ehdas bûn, nerînên xwe anîn ziman.
 
Jina bi navê Hacer Silêmen a ji kantona Efrînê bi lêv kir ku weke jinên Efrînê komploya navnetewî şermezar dikin û got:" Tu carî em dev ji berxwedana xwe bernadin heya negihêjin armanca xwe azadiya Rêber Apo ji ber azadiya bi milyonan mirovî bi azadiya Rêber Apo ve girîdayî ye."
 
Ji aliyek din ve jina bi navê Fatimê Husên jî axivî û got:" Ji bo Azadiya Rêber Apo em meşiyan, em ê komploya li ser Rêber Apo bişkînin û heya Em Rêberê xwe Rêber Abdullah Ocalan azad nekin em tu carî çalakiyên xwe nasekînin."
 
Jina bi navê Sureya Mustefa ji kantona Efrînê axivî û got:" Em weke gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne, meşek ji bo şermezarkirina 15'ê şibatê li dar xistin. Ji ber dewletên navnetewî xwestin fikrên rêber apo pêş nekeve komplo li ser wî pêk anîn."
 
Ji aliyek din ve jina bi navê Emîne Husên ji kantona Efrînê diyar kir ku gelê Efrînê  bi tevahî roja reş şermezar dikin û got:"Em ê tu carî  komploya li ser Rêber Apo qebûl nekin ji ber Rêber Abdullah Ocalan di dilê kurdan de dijî, em ê Rêber Apo di zîndanan de nehêlin."
 
Jina bi navê Esmahan Ezîz Misto axivî û got:"Weke jinên ciwan roja 15'ê Sibatê em şermezar dikin û em ê tecrîda li ser Rêber Apo dê bişkînin ji ber ev komplo li ser gelê kurd bi tevahî ye, û weke ciwan her tim di nav çalakiyan de bin heya Rêber Apo azad dikin."
 
Meş bi diruşmeya' Bijî Serok Apo, bijî berxwedana zîndanan'bi dawî bû.