Li Lubnanê jinên Kurd û Filstînî li hev civiyan
- 11:00 16 Sibat 2019
- Rojane
BEYRÛD - Li Lubnanê jinên Kurd û Fîlîstînî bi armanca pêşketina têkiliyên di navbera wan de û têkoşînek bi hev re li hev civiyan.
Li li wargeha Şatêla ya Koçberên Filstînî ya Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûdê bi armanca pêşxistina têkiliyên di navbera jinên kurd û Filîstînî de û tekoşîna wan ji bo yekbûna wan li hev civiyan. Di civînê de 30 jin amade bûn. Tê de nîqaş ên girîng li ser tekoşîna jinê û danasîna xebata jinan hat parvekirin .
Civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Komeleya Newroz, Henan Osman ve hat bi rêvebirin.
Henanê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser tekoşîna jina kurd a ku bi salane li hemberî kolekirinê li berxwe dide û wiha domand:"Gerek em jin bi hev re têkiliyên xwe xurt bikin. Ji bo bigihîjin azadiya xwe. Jina kurd ji bo bi destxistina mafê xwe û ji koletiyê rizgarbûnê tekoşîn kiriye. Ji berxwedana jinên zindanan bigre, heta li dijî komployê xwestin ku Rêberê xwe biparêzin û jinên şervan û têkoşer, îro Şoreşa Rojavayê kurdistanê bi rêve dibin. Loma navê jinê li Şoreşa Rojava hatiye kirin. Ji berxwedana zindanan bigre, heta Leyla Guven ji bo mafê mirovahiyê û ji bo doza azadiyê berdewam e. Mînakên pir di dîroka jinên kurd de hene. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînîn û berxwedana wan silav dikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Henanê got:" Li ser doza jinên Filstînê ew bi baldarî dişopînin, ji ber ku ew jî jinên mafdar in. Di dîroka jinên filistînî de jî destanên berxwedaniyê hene. Jinên filstînê jî rastî gelek komkujiyan hatine, ew jî dixwazin ku welatê xwe ji bin dagirkeriyê derxînin. Ji bo wê jî, mijarên ku em li vir nîqaş dikin em dixwazin bigîhêjin encamên hevpar. Da ku çawa em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin. Hêz û îradeye jinê di canê her jinekê de bidin avakirin û ji her kesî re bêjin jin yek in."
Di dawiya civînê de dirûşmên “Bijî yekîtiya jinê” hat berzkirin.