Kurdên li Lubanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin
- 10:46 16 Sibat 2019
- Rojane
LUBNAN - Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kurdên li Lubnanê li pêşiya netewêyên yekbûyî mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de bi dehan Endamên sazî û rêxistinên civaka sivîl, Kongra Star, TEV-DEM , Siyasetmedar,çalakvan, Huquqnas beşdar bûn. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê PKK 'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên "berxwedana Rêber Apo’ya 20 salan û berxwedana Leyla Guven û girtiyên zindanan komploya 15’ê sibatê têk bir." "Na ji bo tecrîdkirina fikrên birêz Ocalan", “azadiya birêz Ocalan aştî û aramiyê û demokrasiyê misoger dike " hatin berzkirin.
Piştre li ser navê çalakvanan daxuyaniyek nivîskî hat dayin.
Daxuyanî wiha ye:
Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya tevgera Civaka demokratîk Ehmed El-Elî ve hat xwendin û wiha di daxuyaniyê de hat gotin:"Ev 20 salin civaka navdewletî li himber kompiloya navnetewî bêdeng in. Armanc jî ew e ku pirojeyên demokrasiyê û riyên çareseriyê yên aşîtiyê bidin xitmandin. Ji ber fikrên birêz Ocalan çareseriya van pirisgirêkan e.”
'Fikrên Ocalan çareseriya pirsgirêkan e '
Di dewama daxuyaniyê de kişandin ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha domiya: “Li rojhilata Navîn bûyerên pir bi êş diqewimin. Sîstemên hegomonîk deshilatdariya xwe li ser herêmê didin meşandin. Di encamê de gel dibin qurbanî. Ji wextê ku ev alozî derketiye heta niha şer û pevçûn diqewimin. Heta niha tu kes weke Ocalan projeyeke demokratîk pêşkêş nekiriye. Loma mirov dikare bêje ku felsefe ya azad rê li ber pilanên komplogeran digire. DewletaTirkiyê ya ku dixwaze xeyalên xwe yî Osmanî zindî bike, heta niha deshilatdariyê li ser gelan dide meşandin û mafên mirovan her roj binpê dike. Kompilo ya ku li ser birêz Ocalan jî bi vî rengî ye. Ger tişteke bi Rêberê me were wê civaka navdewletî hemû hesab bidin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji qada Lubnanê em silav û hezkirinên xwe ji Parlementera HDP'ê Leyla Guven re, rê dikin û em dibêjin jina bi rûmet va ye îro berxwedana te komploya 15’ê sibatê bi bin xist. Li ser rêk û doza te em jî, ji bo azadiya Birêz Ocalan tekoşîna me domdar e.”
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "bê Serok jiyan nabe" hat bidawîkirin.