'Rêber Apo kilîta çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e'
- 10:29 16 Sibat 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê bi meşek girseyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:“Rêber Apo kilîta çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e”
Di 15’ sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan bi komployek navnetewî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê bi meşek girseyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:“Rêber Apo heta azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Rêber Apo îradeya bi milyona ye ‘
Jina bi navê Wisal Mihemed ku ji pêkhateyên Ereb e diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya bi milyona ye û wiha got: “Em wekî jinên Şedadê tevlî meşa girseyî ya ji bo azadiya rêber Apo bûn . Komploya ser Rêber Apo komploya li ser hemû pêkhateyên herêmê ye.”
Wisalê di dawiya axftina xwe de bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin .
'Rêber Apo kilîta çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e'
Hevseroka Kar û Bar a Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî got:"Bi komploya navneteweyî hat xwestin ku îradeya Gelê Kurd bişkînin. Lê em xwedî îradeyek xurt in. Em ê tu carî serî netewînin. Rêber Apo kilîta çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e. Divê Rêberê me azad bibe."