‘Tecrîd dijhiqûqî, bêdengî û bêwijdanî ye’
- 09:12 16 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî bêdengiya civakê ya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û di roja 101’ê de didome, da û gotin: “Beriya her tiştî tecrîd dijhiqûqî ye. Li dijî vê bêdeng mayîn bêwijdaniya herî mezin e. Êdî bes e. Hîna ku tiştek bi kesekî nehatiye divê em dakevin kolanan.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 101’ê de berdewam dike. Tevî çalakî ketiye roja 101’ê jî hikûmeta AKP’ê der barê daxwazan de hîna pêngavek navêtiye.
Çalakiya koma ewil a li girtîgehan hat destpêkirin ket roja 63’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 88’an, li bajarê Strasbourg a Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 62’an, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 62’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 28 û ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 33’an.
‘Tecrîd dijhiqûqî ye’
Fadîle Eyte ya li navçeya Tuşba a Wanê dijî, diyar kir ku dijhiqûqiya tecrîdê fermî ye û wiha got: “Li vî welatî her kes xwedî maf in û divê ev maf heta dawî bên bikaranîn. Tecrîd beriya her tiştî dijhiqûqî ye û sûcê mirovahiyê ye. Em naxwazin grevên birçîbûnê bi mirinan encam bibe. Bêdengiya li dijî vê bêwijdaniyek mezin e. Ji bo dawî li tecrîdê bê divê em berxwe bidin.”
‘Li dijî vê bêdengiyê êdî bes e’
Şefîka Dayan jî destnîşan kir ku divê gel zêdetir dakevin kolanan û xwedî li girtiyan û Leyla Guven derkevin û wiha pê de çû: “Heta 2 sal berê gel li kolanan bûn. Ka ew qerebalixa wê demê? Ji vê bêdengiyê re êdî bes e. Divê em deng bidin dengê Leyla Guven. Bila gelê Kurd rabe ser piyan.”
‘Divê mirov biherikin kolanan’
Husna Guneş jî bi lêv kir ku divê dê û bav êdî zêde êşê nekşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leyla jî dayikek e. Dilê dayika wê berxwe neda û jiyana xwe ji dest da. Dayikên girtiyan jî hene. Bila dilê wan neşewite. Divê êdî her kes deng derbixe. Divê her kes biherike kolanan.”
Songul Işik jî daxuyakirin ku her ku bêdengî bidome wê mirin çê bibin û wiha got: “Îro tiştek bi Leylayê bê wê wicdanê me kesî rehet neke. Desthilatdarî ji bilî şer û rondikan tiştekî nade. Divê hemû jin pêşî li komkujiyan bigirin. Divê em demildest dest bidin hev û tecrîdê bi dawî bikin.”