'Jinên Kurd çanda dîrokî zindî dikin'

  • 09:07 16 Sibat 2019
  • Rojane
Rûken Goman 
 
QAMIŞLO - Dayika bi navê Fatîma Sîdo ku bi salan e destarê bi kar tîne diyar kir ku destar bi keda jinê hatiye parastin û wiha got:" Bikaranîna destar em  çand û dîroka xwe zindî dikin. Jinên Kurd çanda dîrokî zindî dikin."
 
Rengê jiyana mirovan di her civakekê de cuda tê dîtin. Her civakek jî  çanda xwe li gorî jiyana xwe berdewam dikin. Pêşketin û şert û mercên jiyanê bandora xwe li mirovan dike. Lê niha hindik mirov hene li gorî çanda xwe dijîn. Dayika Fatîma Sîdo ya temenê wê 55 salî li Gundê Girêdêran a girêdayî navçeya Girkêlegê ya Katnona Qamişloyê dijî, heta niha bi alavê destar hêrandinê dike.
 
'Destar bi keda jinê hatiye parastin' 
 
Fatmayê girêdana xwe ya bi çandê re wiha tîne ziman:"Ji dîrokê heta niha jin parastina alavên dîrokî dike, yek ji wan jî destar e. Ji çanda herî kevnar a jinên kurd e. Heta roja me ya îro jî jin vê çandê diparêze. Tevî pêşketinên teknîkê, jin hîn xwedî li çanda xwe derdikevin û zindî dikin. Destarê di her demsalê de bi kar tînim, nîsk û genimê xwe pê dihêrim. Bi parastina çanda xwe dîroka me mayînde dibe."
 
'Alavên kevnar têkiliya di navbera mirovan de xurt dikin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Dayika Fatîma qala civatên berê yên ku li ber dengê hêrana destaran dihatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Dema ku jin ji bo karê hêranê li derdora destar kom dibin civatên xweş û gotina strana derdikeve holê. Li ber dengê hêranê kombûna me geş dibe. Alavekî kevnar kombûna jinan çê dike, em ê her xwedî li çanda xwe derkevin, çand nasname ye. Alavên kevnar têkiliya di navbera mirovan de xurt dikin."