Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan hat girtin
- 17:13 15 Sibat 2019
- Rojane
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariyê ya HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin.
Namzeta Hevşaredariyê ya HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan, çend roj berê wexta çû serdana şînekê bi hinceta "der barê wê de biryara girtinê" heye hat binçavkirin.
Piştî karên li Emniyeta Agiriyê, Yelîz Karaaslan îro sewqî edliyeyê hat kirin. Li edliyeyê dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ya di daxuyaniyeke sala 2014'an de ew sewqî dadgehê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê Yelîz Karaaslanê girt û şand Girtîgeha Tîpa L a Panosê.