Ciwanên Efrînê û Şehbayê li dijî komployê meşiyan

  • 16:49 15 Sibat 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bi diruşa ”Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin netewa demokratîk misoger bikin” tevgera ciwanên şoreşger yên Sûriyê meşek li navenda navçeya Ehrezê li dar xistin.
 
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bi diruşa ”Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin netewa demokratîk misoger bikin” tevgera ciwanên şoreşger yên Sûriyê meşek li navenda navçeya Ehrezê li dar xistin. Bi tevlîbûna hemû ciwanên Efrîn û Şehbayê, zarokên berxwedêran, xwendekarên Efrînê, tevgera ciwanên şoreşger yên Sûriyê, yekîtiya ciwanên Şehbayê meş hat lidarxistin.
 
Çalakvanan alên tevgera ciwanên şoreşger, yekîtiya ciwanên Şehbayê, wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ”Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin bi Serok Apo re azad bijîn”, û meşale hildan.
 
Ji qada navenda navçeya Ehrezê meş dest pê kir heya goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê berdewam kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê rêveberiyê tevgera ciwanên şoreşger ên Sûriyê Tolhildan Zeredeşt, Endama yekîtiya ciwanên Şehbayê Îsraa Ibrahîm hat kirin.
 
Di axaftinê de wiha hat gotin:” Êdî ne dema çalakiyan tenê ye lê dema serhildan û tolhildanê ye, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê canê xwe feda bikin ji ber yê ku me ji xew şiyar kiriye Rêber Apo bû”.
 
Meş bi duruşmeyên ”Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana zindanan, bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.