Bi hezaran kesî li Qamişloyê 15'sibatê şermezar kirin
- 15:28 15 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin bi Rêber Apo azad bijîn", "em ê tecrîd û faşizmê têk bibin netewa demokratîk misoger bikin" Meclisa Qamişlo û kongireya star meşek ji bo 15'ê sibatê li dar xistin.
Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin bi Rêber Apo azad bijîn", "em ê tecrîd û faşizmê têk bibin netewa demokratîk misoger bikin" Meclisa Qamişlo û kongireya star meşek ji bo 15'ê sibatê li dar xistin.
Meş ji qada Ş.Osman Sebrî dest pê kir heta imm almutehîde dewam kir, di nava meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatibûn hildan, her wiha diruşmeyên "bê serok jiyan nabe", "azadî azadî ji bo serokê netewî" hatin berzkirin.
Piştî ku milet gihiştin imm almutehîdê meş veguherîn mîtîngê, çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir piştre li ser navê meclisa Qamişlo Ebdulkerîm Ebdurehman roja 15'sibatê şermezar kir û bahsa komploya li ser rêberê PKK'ê kir û wiha got ev kompilo ji bo ku miletê kurd tune bibe hat kirin lê em li ser fikir û felsefeya rêberê xwe mezin bûne.
Her wiha anî ziman jî ku bi rihê hemû têkoşeran wê li ber xwe bidin heta dawiyê.
Meş bi diruşmeya "bi rih bi can em tere ne serok" bi dawî bû