Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: Di meha Çileyê de 5 jin hatin qetilkirin
- 14:54 15 Sibat 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora meha çile ya binpêkirina mafan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê diyar kir ku di çileyê 2019'an de li herêma Egeyê 2 hezar û 159 maf hatin binpêkirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora binpêkirina mafan a herêma Ege ya Çileya 2019'an bi civîna çapemeniyê li avahiya xwe bi raya giştî re parvekir. Beriya rapore aşkere bikin rêveberê Komeleyê Deniz Bayrak, diyar kir ku rapora wan binpêkirinên herêma Îzmir, Aydin, Denizlî, Manisa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesir û Ispartayê dixe nava xwe û wiha got: "Ev rapor li gorî serlêdan, nûçeyên çapemeniya herêmî û neteweyî û tişta ku me bi xwe tespîkt kiriye hatiye amadekirin.
Deniz , anî ziman ku di meha çile de li herêma Egeyê di çarçoveya "parvekirina medyayên civakî de gelek kes hatin binçavkrin û wiha got: "Gelek kesên hatin binçavkirin hatin girtin. Kesên ji ber medya civakî hatibin girtin îhlala îfadeyê û azadiya ramanê ye. Disa li dijî endam û rêveberên HDP'ê gelek operasyon pêk hatin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Rêya siyasetê li pêşiya siyasetmedaran hatiye girtin. Dîsa mafê rêxistinkirina partiyên siyasî ji destê wan hatiye derxistin. Di mehekê de li herêma me 45 kes hatin binçavkirin. 3 kes hatin girti nû 44 kes rastî lêpirsînê hatin. Bi giştî 92 mafên mirovan hatin îhlalkirin.
Deniz , bal kişand ser tundiya li ser jin û zarokan û wiha berdewam kir: "Tundiya li ser jin û zarokan jî derketiye asta herî jor. Ji ber dewlet polîtîkya ne cezakirinê dide yên sûc dikin nayên darizandin û ev yek bêtir hêzê dide sucdaran. Tacîz tecawiz û tundiya li ser jin û zarokan tê rewakirin û mextûr bêtir mexdûr dibin. Li herêma me di meha Çile de 5 jin hatin kuştin. 3 jin rastî tacîzê hatin. 3 jin hatin derbkirin. 1 zarok rastî tecawize hat. 4 zarok rastî tacîzê hatin. 1 zarok rastî lêdanê hat. 4 trans rastî lêdanê hatin. Bi giştî 22 mafên mirovan hatin binpêkirin.
Mafê penaberan tê binpêkirin. 576 kes dema çûn dervê welat hatin girtin. 1 jê zarok bi giştî 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 483 karker ji kar hatin vêtin. 43 karker birîndar bûn. 900 karker ji bo mafên xwe biparêzin çalakî pek anîn. 1 grev hat taloqkirin û 8 karker hatin binçavkirin bi giştî Hezar û 438 îhlalên mafan pêk hatin.
Deniz , bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Çalakiya Leyla Guven a li dijî tecridê di roja 100'emîn de berdewam dike. Di 31'ê Çileya 2019'an de 17 girtî, di 26'ê kanûnê de 13 girtî, di 5'ê Çile de 6 girtî, di 18'ê Çile de jî 15 girtî ketin greva birçîbûnê. Li herêma me 3 jê jin bi giştî 51 girtî di greva birçîbûnê de ne. Li hemû girtîgehan Vîtamîna B1 nadin girtiyan. Mafê girtiyan ên tenduristiyê tê binpêkirin. Şertên OHAL'ê li herêmê didome. Li girtîgehan derb, cezayê hucreyê, astenkirina pirtûkan, astengkirina dermankirinê, nedayîna rado tv, lêgerîna tacîzkirinê ya li ser girtiyên nexweş jî di navde di nava meheke de 12 mafen girtiyan hatiye binpêkirin.
Li herema Egeyê 1 jê zarok bi giştî 8 kesan întîhar kiriye. Di encame de li herêma Egeyê de di mehekê de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatiye binpêkirin."