Leyla Guven di roja greva birçîbûnê ya 100'emîn de peyam da
- 14:52 15 Sibat 2019
- Rojane
Berîtan Elyakut
AMED - Leyla Guven, diyar kir ku ya ku wê li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û berxwedana bi pêşengtiya jinan pêş dikeve ye. Leyla ji bo kesên bêdeng dimînin jî ev rexne kir: “Yên ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng dimînin, min dikujin. Ev çalakî ji bo civakê ezmûneke. Yên ku vê ezmûnê derbas nekin, dê sibe jî bêjin ‘Em parazvanên mafane, em mirovin.’”
Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 100 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, peyamên girîng da.
Leyla Guven bal kişand ser çalakiya xwe û wiha got: “Ez 100 rojin û girtî jî ev 60 rojin em li ber xwe didin. Ev tecrîd ne nûye û 20 salin bi awayekê bêhiqûqî berdewam dike. Rewşa tecrîdê ya heyî di serî de gelê kurd û hemû welat bandor dike. Tu vîn bi tena serê xwe di yek odeyê de tu caran nayê girtin. Ger hatibe girtin jî, ji bo aştiyê têkoşîn bi rêve nebiriye, lê Birêz Ocalan ev yek bi ser xist. Tecrîda 20 salane berdewam dike, bi têkoşîna me çardin hat dîtin. Berî jî li dijî tecrîdê çalakî dihatin lidarxistin. Lê piştî demekê ji rojevê dihatin derxistin.
Gelo mirovek dikare 100 rojan li ber xwe bide? Belê dikare. Di dema çalakiyê de ez fêrî vêbûm. Mirov bi hêza mejiyê xwe, mucîzeyek mezine. Ji bo vê çalakiyê min mirin daye ber çavên xwe. Ji xwe tecrîd rabe jî û ranebe jî minê li ber xwe bida. Ji ber ku baweriya min vê hat, mejiyê min rê nîşanî min da. Ez li hemberî vê bêhiqûqî û bêmafiyê li ber xwe didim. Min pes nekir û bedena min jî dê pes neke.”
Leyla, têkildarî meşa di roja berxwedana wê ya 100’emîn de axivî û wiha bilêv kir: “Di roja 100’emîn de ez û wekîlên me li ber xwe didin. Dema min bedema xwe ji vê çalakiyê re razand, ez îqna bû û min mirin da berçavê xwe. Yan dê tecrîd bi dawî bibûya, yan jî minê bedena xwe ji mirinê re razandiba. Bi vê yekê hizûra hindûrin û rehetbûna di min de derket holê, bu sedem ku mejiyê min rê nîşanî min bike. Belê raste bedena min dihele, lê ev moral û hêza min kêm nake. Ji ber ku ez li dijî vê bêhiqûqî û bêmafiyê, tiştekê dikim, bihizûrim. Mijara din jî heya ez destûr nedim dê bedena min îflas neke. Yên ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng dimînin, min dikujin. Ev çalakî ji bo civakê ezmûneke. Yên ku vê ezmûnê derbas nekin, dê sibe jî bêjin ‘Em parazvanên mafane, em mirovin.’ Ger jin bawer bikin, tu hêz nikarin wê ji baweriya wê dûr bikin. Ji ber ku dema jin ji tiştekê bawer bikin, teqez heya encamê dibin.”
Bêguman ez jî dixwazim bijîm û aştiya li vî welatî bibînim. Lê ger pêwîstî bi bedel dayînê hebejî, bêyî ku çavên xwe bigirim amademe ku bidim. Ji bo vê bi bawerî û moral mezin berxwedana xwe berdewamm dikim. Ez ji girtîgehan bi dehan name digirim û her hevalekê di girtîgehan de hezar car ji yên dervede azadtirin. A rastîn kesên derve yên dest ji berxwedanê berdane dibin tecrîdê dene. Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û berxwedana pêşengtiya jinan pêş dikeve ye. Di meşa roja 100’emîn de çalakî bi pêşengtiya jinan berdewam dike. Belê, ger jin bawer bike, cîhan diguhere, aştî tê. Ger jin bawer bike, keyfxweşî li cîhanê belav dibe. An emê azad bijîn, an jî emê qet nejîn…”